Êrîşî avahiya HDP'ê ya Sapancayê kirin
- 15:44 24 Adar 2019
- Rojane
SAKARYA - Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên herêmî re êrîşên li dijî HDP'ê zêde dibin. Kesên nenas molotof avêtin avahiya HDP'ê ya navçeya Sapancayê.
Duh bi şev li dijî avahiya HDP'ê ya navçeya Sapanca ya Sakaryayê êrîş hat kirin. Ji ber êrîşa bi molotofan zerara madî li avahiya HDP'ê ya navçeyê hat.
HDP'ê diyar kir ku ew ê derbarê bûyerê de serlêdana sûc bikin.