Nameya Ayten Beçet di Newrozê de hat xwendin: Ez xwe azad hîs dikim
- 14:32 24 Adar 2019
- Rojane
STENBOL- Nameya Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyan xwe anî di Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê de hat xwendin. Ayten di nameya li dû xwe hişt de wiha got: “Cara yekê ye ku ez wiha xwe azad hîs dikim.”
Di pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser kevin de, tecrîdê bişkînin" ku li Bakirkoyê bi tevlîbûna bi sedhezaran tê pîrozkirin, nameya Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê dawî li jiyan xwe anî, hat xwendin.
Nameya Aytenê li dû xwe hişt wiha ye: “Di rojên ez ketim nava lêgerîna ku çawan ji pêvajoyê re bibim bersiv de, Heval Zulkuf Gezen di 17’ê Adara 2019’an de, ji bo min nîşan da ku çi dibe bila bibe li ser esasekê rast mirov dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv, mirovekê ku dixwaze azad bibe, dikare azad bibe û ji bo şikandina tecrîdê jî tu tişt nikare bibe asteng. Bi soza ku min dabû Rêbertiyê ez beşdarî vê hemlê bûm. Min di şexsê xwe de, gelê Kurd, gelê Botan û metropolan hîn bihêztir û zanetir beşdarî vê hemlê kir. Divê em xwe di şexsê Heval Zulkuf de pak bikin û ji bo şikandina tecrîdê hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin. Ji bo pêngavekê bavêjim, yekem care xwe wisan azad hîs dikim. Ez di wê bariyê de me ku bi mejî û rihê xwe, bi coşa hevdîtina Rêbertiyê, bi jiyanek birûmet a fermandar Heval Zulkuf Gezen weke mîras ji me re hiştî, emê çembera berxwedanê mezin bikin û bibin bersiv ji pêvajoyê re.
Bijî berxedana zindanan
Bimire komplo û tecrîda navneteweyî
Silav û Rêzên Şoreşger…
Ayten Beçet”