Çalakiya Leyla Guven di roja 137'an de ye
- 13:39 24 Adar 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 136'an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 137'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e. Piştî Leylayê bi heman daxwazê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 124'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 98'ê de. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 64'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 68'emîn de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di roja 71'an de berdewam dike. Herwiha Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 99'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.
Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome
Çalakiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag 3'yê Adarê de da destpêkirin û ya Parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku di 8'ê Adarê de dest pêkirin jî berdewam dike. Bi parlamenteran re ji endamên partiyê Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer piştî serdegrtina avahiya bajêr hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin, ji bo Salîh Cansever, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş jî cezayê hepsa malê hat dayîn û çalakiya xwe berdewam dikin.
Herwiha gelek kes jî ji bo piştevaniya bi çalakiya parlamenteran re li avahiya HDP'ê ya Amedê serdanên xwe yên berdewam dikin.
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
Sedat Akin ê ku li girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin çalakiya xwe li malê di roja 77'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 68'an a greva birçîbûnê de ye. Sema Akan jî di 14'ê Adarê de hat tahliyekirin û çalakiya wê ya ku li mala xwe berdewam dike di roja 78'emîn de didomîne.
110 kesên bal kişandin ser tecrîdê di bin çavan de ne
Di Newroza Amedê ya ku bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevein, tecrîdê bişkînin" ji aliyê sedhezaran ve hat pîrozkirin dirûşmên li dijî tecrîdê hat berzkirin. Bi taybet dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Hat hînbûn ku 110 kes di Newrozê de hatine binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin hîn li Muduruyeta Emniyeta Amedê de di bin çavan de ne.
14 jinên ku 'Çalakiya rawestandinê" kirin hîn di bin çavan de ne
Her wiha 14 jinên aktivîstên TJA'yê yên ku li Kuçeya Hunerê ya Ofisa Yenişehira Amedê rê girtin û çalakiya rawestandinê kirin hatin binçavkirin. Jinên ku çalakiya rawestandinê kirin ev 4 roj in tê payin ku îfadeya wan bê girtin.
Ayten Beçet ji bo ku dawî li tecrîdê bê dawî li jiyana xwe anî
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiya siyasî Ayten Beçet ji bo ku dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê anîn dawî li jiyana xwe anî. Polîsan cenazeyê Ayten revandin û nîvê şevê li Dîlokê defin kirin. Di 17'ê Adarê de jî girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 ji bo tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anîbû .Cezazeyê Zukuf jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû revandin û li Goriystana Yenîkoy ya Amedê hatibû definkirin.