Welîda Botî :Yekîtiya gelên herêmê bersive ji bo şovenîzma BAAS'ê ‘

  • 12:17 24 Adar 2019
  • Rojane
Ronîda hacî
 
HESEKÊ - Hevseroka Desteya Kar û Bar a Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî şewata Zindana Hesekê ku  26’sal di ser re derbas bûn bi bîr anî û got:“Di bingehê dewletan de şovenîzm heye.“
 
Di 24’Adara 1993’an de Rêjîma Sûriyê komkojiyek li girtîheha Navendî ya Xiwêran a bajarê Hesekê pêk anî û di encama wê kokujiyê de di şewata ku derket de  61’girtiyên ku di nav wan de 26 girtiyên kurd ên siyasî jî hebûn jiyana xwe ji dest dan.
  
‘Rêjîm ji bo ku xwe ji bûyerê xelas bike ,4 kes îdam kirin ‘ 
 
Rêjîma Sûriyê ji bo ku sedama vê bûyerê an jî rastiya wê veşêre 4 kesên ku hişbir (kokaîn) bi kar dianîn îdam kir û ev bûyer jî bi tevgera van kesan ve girêda.  Li gorî  agahiyên girtiyên ku di zinadan de bûn ku yek ji wan bi navê Cemal û yek jî bi navê  bavê Şivan tê naskirin diyar kirin ku di serî de bi hinceta dermanê kelmêşa ye tozek spî li girtîgehê balav kirin û piştre jî gaz avêtin û deriyê girtîgehê kilît kirin. Heman kesan anî ziman ku bi vî awayî şewat derket, rêveberiyê jî tu mudaxele nekir û ew jî tê wateya ku bi zanebûn ev şewat hatiye derxistin. 
 
'Şewata li Zindana Hesekê biryarek şovenîzmê ye'
 
Hevseroka Desteya Kar û Barê Malbatên Şehîdan Welîda Botî ku şeata li Zindana Hesekê bi bîr anî tekz kir ku bi wê şeatê re arman girtiyên kurd bûn, Rêjîma BASS'ê bi vê pêkanînê re xwest tevlihevî di nava pêkhateyan de bê derxistin û wiha axaftina xwe domand: “Bûyera şewata Hesekê bi zanebûn ji aliyê Rêjîma Sûriyeyê ve hate derxistin, Rêjîma Sûriyeyê herdem dixwaze tevliheviyê di nava pêkhateyên herêmê de derxîne."
 
‘Baaşê şofînîzima BASS'ê û AKP’ê yek rengî ye  ‘
 
Welîdayê di dewama axftina xwede got ku birayê wê yê bi navê Beha ew jî ji bo doza kurdî yek ji girtiyê Zindana Hesekê ya Navendî bû ku di encama şewatê de jiyana xwe ji dest da û wiha domand:“Birayê min Beha ji bo doza kurdî, her dem di nava têkoşînê de bû, ji ber wê jî ew kiribûn wê ghirtîgehê, di heman demê de hemû siyasetmedarên ku di zinadnê de bûn ji bo doza kurdî her di nava tevgerê de bûn. Niha jî em dibînin berdewama siyasta şovenîst îro  li bakûrê Kurdistanê li ser girtîyên kurd  tê meşandin ku hemû jî ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe didin."
 
'Yekîtiya gelan bersîva herî mezin a li dijî şovenîzmê ye'
 
Welîdayê balkişand li ser wekheviya  gelê herêmê û got:"Yekîtiya gelê herêmê ku bi rihekî têkoşer û berxwedêr didin meşandinm bersiva herî mezin a ji bo  şofînîzma BEAAS'ê  ye û di heman demê de çalakiya perlementera HDP’ê ku çavê cihanê vekir bersiva herî tund ji bo siyastên qirêj ku li ser gelê kurd tê meşandin e."
 
Welîdayê di dawiyê de  bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku hişyar bin û bi wicdanî nêzî daxawza gelên azadîxwaz bibin .