Berxwedana Arîn û Rêvanan DAİŞ têk bir!

  • 11:30 24 Adar 2019
  • Rojane
Sorgul  Şêxo
 
DÊRA ZORÊ- DAÎŞ'ê ji keleha berxwedanê Kobanê dest bi êrîşên xwe yên li dijî gelên herêmê kir û îro li Dêra Zorê bi berxwedana şervanên Tevgera Azadiya Jinê ku girêdayî QSD ê ye têk diçe. Şervana jin Rewşen Tohildan ku di Pêngava Bagera Cizîrê de cih digire wiha  got:"Berxwedana Arîn û Rêvanan DAÎŞ’ê têk bir."
 
Gelek Şervanên Tevgera Azadiya Jinê ku girêdayî QSD'ê  ye û di şerê Sedsalê yê Kobanê de cihê xwe girtin, li hember DAÎŞ’ê şer kirin û Kobanê rizgar kirin. Şervanên jin ku ji rizgarkirina Kobanê re pêşengtî kirin îro  jî cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de digrin û têkçûna DAÎŞ’ê radighînin. Yek ji wan Şervana  jî RewşenTolhildan e.
 
'Berxwedana Arîn û Rêvanan tarîtiya DAÎŞ’ê têkbir'
 
Rewşenê kêliyên berxwedana Sedsalê bi bîr anîn  û wiha got:"Çirûska azadiyê a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji Kobanê dest pê kir û li tevahî bajaran belav bû. Bi êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê xwestin wê çirûskê vemirînin û Gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bihêlin. Lê berxwedana Arîn Mîrkan û Rêvanan hemû hewldanên dijmin vala derxistin."
 
'Berdêl çi dibe bila bibe azadî teqez e'
 
Rewşenê wiha domkir:"DAÎŞ’ê li Kobanê komkujiyên mezin pêk anîn, lê gelê şoreşger gav şûn ve neavêtin û gotinên berdêl çi dibe bila bibe em ê azadiyê bidest bixin û li gorî wê li ber xwe dan û DAIŞ’ê têk birin. Pêketineke ku qet DAÎŞ'ê texmîn nedikir hat jiyîn. Destpêka şikestina DAÎŞ'ê ji wir  dest pê kir û îro li Dêra Zorê bi dawî dibe."
 
'Tu nirxên mirovatiyê nas nakin'
 
Rewşenê rêbazên DAÎŞ’ê yên hovane  wîha anîn ziman:"DAÎŞ’ê gel û bi taybetî jin ser jê kirin. Zarokên nûgîha hînî qetilkirin û serjêkirinê kirin.  Aramca DAÎŞ’ê binpêkirina maf û îradeya jinê bû. Ji bo ku vîna jinê têk bibi. Lê jinê li hember vê hovîtiyê hêza xwe komî hevkir û rastiya xwe nîşanî dijmin da."
 
'Em ji zûve li hêviya we bûn'
 
Rewşenê diyar kir ku dema wan jinên Minbic,Reqa,Tebqa û Dêra Zorê rizgar kirine jinan ji wan er gotine: "Em ji zû ve li hêviya we bûn. Bila êdî DAÎŞ biçê û azadî bê." Rewşengê got ku dema  mirov vê gotinê fêm bike,dizane ku DAÎŞ’ê çiqasî îşkence li jin û zarokan dikir û ev tişt got: " Nehiştin  ku zarok zaroktiya xwe bijîn û ne jî jin azad bijîn. Me xwe gihand hezaran jin û jiyana wan ji xeteriyê û qetîlamê rizgar kir."
 
'Tirkiye destekê dide DAÎŞ ê'
 
Rewşenê têkiliyên dewleta tirk û DAIŞ’ê jî bi bîr xistin û wiha pêl da axaftina xwe:"Çeteyên DAIŞ’ê neviyên Erdogan in. Bi desteka tirkiyeyê DAÎŞ'ê  êrîşên Kobanê kir û bi berxwedana şervanan têk çû. Di şerê sedsalê de me têkliyêntirkiyê û DAÎŞ’ê bi çavên xwe dîtin û li hemberî çavên hemû cîhanê ev ev pêk hat. Dema ku DAÎŞ têk diçe, xeyalên Erdoxan yên zindîkirina împratorya Osmaniyan jî têk diçin."
 
Şervan dîrokê dinivîsînin!
 
Rewşenê diyar kir ku QSD ya ku Tevgara Azadiya Jinê jî di nav de cih digire, rêxistina herî mezin a terorê têk bir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi berxwedan û têkoşîna şehîdan DAÎŞ têk çû û bi vê têkbirinê re xwen û xeyalên şervanan jî pêk hatin û dawî li çeteya ku metirsî li ser hemû cîhanê dikir anîn. Êdî dîrok ji serkeftinên dîrokî re şahidiyê dike."