Gelo wê hilbijêrên Stenbolê dengê xwe bidin kê?

  • 10:39 24 Adar 2019
  • Rojane
STENBO - AKP'ya  bi dirûşmeya ‘Stenbol evîna min e, hemû navçe jî hezkiriyên min in’ derket rê, li şûna her dara birî avahiyên bilind çêkir.  Mijara mereqê ye ku wê hilbijêrên Stenbolê denga xwe bidin kîjan partiyê.
 
Stenbol ku beşek mezin a hilbijêran dihewîne, yek ji cihên ku herî zêde di hilbijartinan de tê mereqkirinê ye. Ger nêrînên siyasî yên cuda, bawerî, nasname û rewşa aborî-civakî ya bajar li ber çavan bê girtin,  piranî kesên li bajar li hemberî ku bajar veguheriye cihê rantê ne. 
 
Pankartên ‘hezkirina ji Stenbolê’ yên li avahiyan hatine daliqandin
 
Welatiyên Stenbolê ku xeyal dikin li bin siya darekê bîhna xwe vedin, beriya hilbijartinê, yekane dîmena pê re tên rû hev, pankarên bi gotinên ‘evîn’, ‘hezkirin’ hatine amadekirin re tên rû hev. 
 
Stenbol yek ji bajarên sereke yê komkujiya xwezayê lê pêk tê, namzetê AKP'ê yê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim e.  Bînalî Yildirim ku ligel sedan peywirdarên parastinê daket qadan, bi gafa ‘li Tarlabaşi erd tune’ di hişê Stenboliyan de cihê xwe girt. Sozên ku Bînalî Yildirim yên ji bo gel jî dîsa rê û  proje ne.
 
Namzetê şardariya bajarê mezin a Stenbolê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglu jî di pêşniyarên ji bo Stenbolê rêz kiriye de gelek bi îdia ye.  Li aliyekî din jî çav li HDP û hilbijêrên wê ne. Mijara mereqeyê ku wê Stenbolê di 1’ê Nîsanê de çawa şiyar bibe.