Yasemîn Beştaş: Kesên bi pergala hevserokatiyê dibe dengê jinan

  • 10:16 24 Adar 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Berpirsiyara Stratejîsta Kampanya û Ragîhandinê ya HDP’ê Yasemîn Beştaş diyar kir ku kesên der barê nûneriya jinan de tiştekî nakin, li qadan sozên xwe rêz dikin û got ew bi pergala hevserokatiyê bi gelek namzetên jin re  jinan li her derê bidin nîşandan.
 
Jİ hezar û 297 namzetên AKP’ê yên hilbijartinên herêmî 24 heb jin in.  Namzetên jin yên HDP’ê jî 44 in.  Yên MHP’ê  jî ji 750 namzetî 14 heb jin in. Yên ÎYÎ partî jî ji 122 namzetan 5 heb jin in. Stratejîsta Kampanya û Berpisiyara Stratejiya Ragihadninê ya HDP’ê Yasemîn Beştaş der barê hilbijartinên herêmî  û  nûneriya jinan de axivî.
 
*Di partiyên siyasî de nûneriya jinan baş nayê axaftin. Bi vê re jî di bername û rêziknameyên partiyan de di mijara wekheviya zayendî de tabloyek çawa dertê holê? Kîjan partî zêde piştgirî dide namzetên jin?
 
Bi vê hilbijartinê re ev 9’emîn xebata kampanya min e. Di kampanyayên salên borî de, bi taybet  di her demê de em sozên hatine dayîn dibînin û pirsgirêkên divê bên çareserkirin hene. Ger siyasetmedaran mijara jinê, di gotinan de jî cidî girtibûna, wê di kampanyayan de navê jinan derbas bibûna û qiymeta wan bihata fêmkirin.  Di bername û rêziknameyan de jî têgehên ‘wekheviya zayenda civakî’ û ‘wekheviya zayendî’ jî hema hema tune ne û kêm tên dîtin.  Lê têgehên ‘wekhevî’ û ‘edelet dertên pêşberî me. Di pêkanînê de jî  mixabin jin nayên dîtin. Wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî gotinên ‘divê jin bibin namzet, em ji jinan namzetiyê dipên, ji nabin namzet’ ji aliyê lîderan ve tên gotin. Dibêjin me ‘anket kir namzetên mêr derdikevin pêş’. Ger tu namzetên jin nîşan nedî,  tu derfet nedî ku jin çîroka serkeftina xwe binisîve wê agahiya kê ji kê hebe.
 
*Lİ gorî Rapora 2018’an a Wekheviya Zayendî ya Foruma Aboriya Cîhanê, welatên cîhanê li gorî wekheviya zayendî rêz dibin û di 149 welatî de Tirkiye di rêza 130’emîn de cih digire. Tabloyek wisa pêkane gelo?
 
Tirkiyeyê peymana Stenbolê îmze kiriye. Lê ev têr nake. Divê li gorî peymanê tevbigerin.  Têgeha ‘wekheviya zayendî’ jî alerjiyê diafrîne.   Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji 8 hezar û 263 namzetî tenê 652 heb jin in.  AKP, CHP û ÎYÎ Partî ji bo serlêdana bernamzetiya jinan ji sedî 1\2 rêje mehane diyar kir.  HDP’ê jî biryar da ku pereyê serlêdanê ji namzetên jin nagire.  HDP’ê diyar kiriye ku kesên xeta azadiya jinê ya partiyê, rêgeza nûneriya wekhev esas negirin nikarin bibin namzet. Kesên şîdet li jinan kirine nikarin bibin namzet. Kesên rewşa wan ya pir zewaciyê heye nikarin bibin namzet. Dema em li vê tabloyê dinêrin em dibinînin ku HDP bi têgeha wekheviyê nêz dibe.
 
*Ji 8 hezar û 263 namzetî 652 heb namzetên jin in. Her wiha li tu bajarokên Artvîn û Osmaniyê namzetên jin tune ne. Hun vê rewşê çawa dinirxînin?
 
Di 2014’an de li Artîvînê ji 57 namzetî tenê 3 heb jin bûn. Li Osmaniyê ji 69 namzetî tenê yek jin bû. ji 9 hezar û 666 namzetî tenê 597 heb jin bûn. Ligel ne nîşandana namzetên jin, mijarek din ya girîng ev e ku namzetên hatine nîşandan jî ji ku bûne namzet.  Tenê ji bo ku ‘me namzetên jin nîşan dane’ namzetî nîşandan jî ji aliyê partiyên siyasî ve wek vîtrîn tê bikaranîn. Polîtîkayên jinan û sozên ji bo jinan tenê ji bo alava kampanyayê tên bikaranîn. 
 
*Li hember tevlîbûna jinan a siyaseta herêmî astengî her diçin kûr dibin.  Ev zayendperestî bandorek çawa li ser rewşê dike?
 
Beriya astengiyên li pêş tevlîbûna siyasetê ewil binesaziya wê tê amade kirin. Em li gotinên li ser jinê tên gotin binêrin, fitrata ‘cihê jinê mala wê ye’ dertê pêşberî me.  ‘Şerm’ hene, ‘cihê wê’ heye, ‘sînorê wê’ heye.  Heta îro kesî tiştek li ser siniyê pêşkêşî jinan nekiriye.  Heta ew di tevlîbûna siyasetê de jî cih nedin me em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
*Kotaya jinan a HDP’ê û pergala hevserokatiyê bandorek çawa li hilbijartinan kir? bandorek çawa li ser rêjeya jinan kir?
 
Hevserokatî li Tirkiyeyê bi DTP’ê dest pê kir. Piştre bi DBP û HDP’ê pêk hat. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de 597 namzetên jin hatin nîşandan. Her wiha 257 hevsrok nîşandan. Bi awayekî fermî ji sedî 6,17 namzet jin bûn û dema bi awayekî fermî hevşaredarî bû ji sedî 8,89 derket holê. Di hilbijartinên 2019’an de pergala hevserokatiyê ya HDP’ê, piştgirî da jinan ku gelek jin bibin namzet, her wiha piştî hilbijartinan wê di dîtina jinan de jî bi fêde be.
 
 *Jin li hember gelek pirsgirêkan têdikoşin. Şîdet, binpêkirina li hember jinan her ku diçe zêde dibe.  Bi perspektîfek çawa jin dikarin bên dîtin?
 
Ligelek welatên cîhanê pisgirêkên wisa tên dîtin. Divê jin hev tercîh bikin, bi hev re bimeşin, bi hev re bixebitin, bi hev re hilberînin ku bên dîtin. Ne tenê di siyasetê de, di jiyana kar de, di jiyana civakî de divê jin di piştevaniyê de bin.