Kurdên Elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Ev polîtîka provakasyonê ye

  • 10:11 24 Adar 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Malbatên Kurd Elewî yên li taxa Yamanlar malên wan hatin nîşankirin, diyar kirin ku bi komeke ku broşurên tifaqa Cumhur belav dikirin re nîqaş kirine û piştî vê ev bûyer hatiye jiyîn. Malbatan gotin beriya hilbijartinê polîtîkayên provakasyon û tirsê zêde bûne.
 
Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê li Taxa Yamanlar ku welatiyên Kurd zêde lê dijîn, derket holê ku dîwarên 6 malbatan bi boyaxa sor hatiye nîşan kirin. Malbatên Elewî Kurd yên li ‘Kolana Meletiyan’ dijîn, dîwarên xwe nîşankirî dîtin.  Malbatan bertek nîşanê bûyerê dan û gotin hewl tê dayîn ku aramiya kolanê bê xerakirin û gotin piştî xebatên hilbijartina Tifaqa Cumhur şûnde hedef hatine nîşandan.
 
‘Em nikarin xwe înkar bikin’
 
Cemîle Yerdut ya ji Dêrsîmê koç kiriye diyar kir ku du hefte berê ji bo tifaqa AKP-MHP’ê xebatên hilbijartinê li taxê hatinne meşandin û di wê navberê de di navbera şêniyê taxê û kesên xebat dimeşandin de nîqaş derketiye.  Cemîleyê da zanîn ku nexwestine pesnê serokomar bê dayîn û got: “Me ji wan re got ‘dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin.’ Cîrana me dîtiye.  Em nizanin kê kiriye. Lê malên hatine nîşankirin malbatên Kurd Elewî ne. Em Kurd in, em xwe înkar nakin.”
 
‘Bila kes neyê provakasyonan’
 
Cemîleyê destnîşan kir ku beriya hilbijartinê ev bûyer zêde bûne û got gotinên serokomar jî bi bandorin û wiha got: “Ev 30 sal in em li vê taxê ne.  Cîranên me yên sunî û Tirk hene. Heta niha me bi tu kesî re pisgirêk nejiyaye. Bila kes neyê provakasyonê.  Li Mereş, Meletî, Mersîn û Menemê jî heman tişt kirin.”
 
‘Hewl dan provoke bikin’
 
Şêniya taxê Esma Agkul jî bi lêv kir ku wan di nîqaşê de gotiye em dengên xwe nadin tu kesî û got komê hewl daye ku wan provoke bike û wiha got: “Me broşur girt, lê me nîqaş kir.  Ji min re gotin ‘tu çima ewqas tije bûye’. Min jî got em Kurd in, Elewîne. Em li hember polîtîkayan bi bertekin.”