ROJEVA 24'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 24 Adar 2019
  • Rojev
*Malbatên Kurd Elewî yên li taxa Yamanlar malên wan hatin nîşankirin, diyar kirin ku bi komeke ku broşurên tifaqa Cumhur belav dikirin re nîqaş kirine û piştî vê ev bûyer hatiye jiyîn. Malbatan gotin beriya hilbijartinê polîtîkayên provakasyon û tirsê zêde bûne. BI DÎMEN
 
*Berpirsiyara Stratejîsta Kampanya û Ragîhandinê ya HDP’ê Yasemîn Beştaş diyar kir ku kesên der barê nûneriya jinan de tiştekî nakin, li qadan sozên xwe rêz dikin û got ew bi pergala hevserokatiyê bi gelek namzetên jin re  jinan li her derê bidin nîşandan.  
 
*Ji bo girtiyên li girtîgeha Jinan a Gebezeyê dimînin bi hinceta ‘ çalakgerên di greva birçîbûnê de motîve û dîsîplîne’ dike, Rojnameya Yenî Yaşam nayê dayîn û li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê jî bi hinceta ‘Di navbera saziyên înfaza ceza de rê li ber agahîgirtina bi şîfre vedike’  rojname dîsa nehat dayîn.
 
*Li Sakaryayê Kadrî Sakçi ji ber gotibû ‘Belê ez Kurd im’ hatibû qetilkirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê doza Kadrî Sakçi de axivî û diyar kir ku dozgeriya Sakaryayê gotiye ev kuştin ji aliyê serxweşekî ve pêk hatiye, ez dibêjim ku dewlet bi kîjan kuştina ji aliyê serxweşkî ve hatiye kirin re  evqas eleqeder dibe. BI DÎMEN
 
*Seroka Meclîsa Gitşî ya Sêrtê ya HDP’ê Hatîce Atay destnîşan kir ku qeyûm xespa îradeyê ye û got wê gelê Sêrtê di 31’ê Adarê de hesabê xespkirina îradeya xwe li sindoqan de bipirse.
 
*AKP'ya  bi dirûşmeya ‘Stenbol evîna min e, hemû navçe jî hezkiriyên min in’ derket rê, li şûna her dara birî avahiyên bilind çêkir.  Mijara mereqê ye ku wê hilbijêrên Stenbolê denga xwe bidin kîjan partiyê.