TJA: Çalakiya Zulkuf di şexsê Ayten de bû qêrîn

  • 17:02 23 Adar 2019
  • Rojane
AMED - TJA'yê der barê çalakiya Ayten Beçet de daxuyanî da û destnîşan kir ku divê têkoşînê mezin bikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê çalakiya Ayten Beçet a li Girtigeha Jinan a Gebzeyê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dawî li jiyana xwe anî daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku Ayten li dijî îktîdara faşîst çalakî pêk anî wiha hat gotin: "Li dijî îktîdara faşîst a AKP-MHP'ê greva birçibûnê hat destpêkirin. Bi serkêşiya Leyla Guven grevên birçibûnê dest pê kir û li her dewerê belav bû û li pêy wê Zulkuf Gezen çalakî li dar xist û Ayten Beçet jî bû qêrîna berxwedanê. Em dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hikûmet berpirsê mirina ne. Hikûmet qanûnên xwe binpê dike. Meşaleya ku ji hêla rêheval Ayten ve hat pêxistin dê riya me ronî bike. Hêza rêxistinbûnê ya jinê û têkoşîna jinê dê tecrîda li hemberî birêz Abdullah Ocalan bişkinê."
 
TJA, di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Ayten xwest û wiha got: "Em bang li jin, ciwan û raya giştî dikin ku xwedî li grevan derkevin, bila êdî kesek jiyana xwe ji dest nede."