'Bêdengî mirin e'
- 16:37 23 Adar 2019
- Rojane
AMED/DÎLOK/STENBOL - Dayika Ayten Beçet Fatma Beçet diyar kir ku divê dayik li dijî şer rabin ser piyan û wiha got: "Edî bes e." KCD'ê di daxuyaniyê de got ku greva birçibûnê ketiye merhaleyek xeternak.
Di encama çalakiya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Zulkuf Gezen, Ugur Şakar û Ayten Beçet jiyana xwe ji dest dan. Her wiha greva birçibûnê jî ya bêdem û bêdorweger didomin. Greva ku didomin ket merhaleyeke xeternak.
'Edî bes e!'
Dayika Ayten Beçet Fatma Beçet a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Gebzeyê de girtî bû li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî, diyar kir ku divê dayik li dijî şer rabin ser piyan û wiha got: "Edî bes e. Greva birçibûnê bi mehan e didomin, lê hêj jî bêdengî heye."
Fatma, di sala 2018'an de çûye hevdîtina keça xwe û wiha got: "Ez di cejna Remezanê de çûm serdana keça xwe û herî dawiyê jî hefteya borî bi riya telefonê min hevdîtin pêk anî. Di telefonê de ji min re got 'Ez di greva birçibûnê de nînim lê ez li hevalên ku grevê didomînin dinêrim. Hûn tiştek nekin, ez ê bikim' lê min gotina wê fêm nekir. Her wiha ji min re got ‘hûn çima naçin gel hevalên di grevên birçîbûnê de ne?’Salek ma bû ku Ayten ji girtîgehê derkeve."
Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan rabe, şer bi dawî bibe û bila mirin bi dawî bibin. Bila dilê dayikên din neşewite."
'Bi hêstiyarî tev bigerin'
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi daxuyaniya xwe bal kişand ser çalakiya Ugur Şakar û Ayten Beçet. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê Leyla Guven 136 roj in berxwe dide. Daxuyanî wiha dom kir: "Greva birçibûnê niha di asteke xeterê de ye. Hevalên me li dijî îktîdara faşîst û tecrîdê dest bi greva birçibûnê kirin û xwe feda dikin. Divê raya giştî a navneteweyî, hêzen demokrat û parêzvanên mafên mirovan bi hestiyarî tev bigerin."
'Divê demildest tecrîd rabe'
Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaelî û Stenbolê li ber Girtîgeha Gebzeyê daxuyaniyek dan. Namzeta Şaredariya Kocaeliyê û parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, bal kişand ser çalakiyan û wiha got: "Ji bo mirin pêk neyê hevalên me çalakiyên bi wî rengî pêk tînin. Heta ku tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan ranebe tu carî aştî jî pêk nayê. Greva birçibûne li Tirkiyê û Ewropayê didomin, hevalên me jî bêdengiyê bi çalakiya xwe protesto kirin. Bêdengî mirin e."
Piştî daxuyaniyê kom ji bo cenazeya Ayten bigire berê xwe da Dezgeha Tiba Edlî ya Yenîbosnayê.