Pervîn Bûldan: Hemû cîhan wê zanibe ku dê Kurd li tu cihî winda nekin
- 15:57 23 Adar 2019
- Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Gêl û Pîranê bi gel re hat cem hev. Pervîn, li gel namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli û namzetên Gelê Gulistan Ensarîoglu û Mustafa Akkul ewil li navçeya Gelê gel silav kir. Pervîn bu otobusa hilbijartinê li nava Gelê geriya û gel silav kir. Piştre bi meş derbasî navenda navçeyê bûn. Pervîn û heyeat pêre piştî bi esnaf û welatiyan re hat cem hev û welatî silav kirin derbasi navçeya Pîranê bûn.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Gêl û Pîranê bi gel re hat cem hev. Heyeta HDP'ê di ketina Pîranê de bi def û zurneyan hat pêşwazîkirin. Namzetên Pîranê Yasemin Uçer û Felat Aygoren bi karwanek mezin Pervîn pêşwazî kir. Piştre bi karwanek mezin derbasi cihê hevdîtnê bûn. Gel bêyî li astengiya polîsan guhdar bikin bi hezaran herikîn qada hevdîtinê. Jin û ciwan li ber def û zirneyan govend gerandin.
Piştî namzetan gel silavkir Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervîn Buldan, bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat pêşwazikirin.
'Hemû cîhan wê zanibe ku dê Kurd li tu cihî winda nekin'
Pervîn, anî ziman ku ew bi gelê xwe bawer dibin ku wiha got: "Em bi gelê xwe û gelê Pîranê bawer in. Em bawer dikin ku em ê encamek herî baş ji vir bistînin. Qeyûm hemû sazî xezp kir. Hemû nixên gel xezp kir. 8 roj man. 8 roj şûnde em dê qeyûman bişînin Enqere. 96 qeyûm hene. Dikarin tevan bikin filmek. Serqeyûmê fîlm jî wê Recep Tayyip Erdogan be. Dengê hûn di 31'ê Adarê de bidin di heman demê de ji bo îtîfıaqa gelê kurd û gelan e. Wan tu caran nexwist ku gelê kurd bibin yek. Lê em hatin cem hev. Di 31'ê Adarê de di serî de pîran, em me li her derê îtîfaq ava kir. Hemû cîhan wê zanibe ku dê Kurd li tu cihî winda nekin. Cihê ku we dixwazin kurd lê winda bikin, yekîtî û tifaqa kurd wê bi ser bikeve."
'Bila parêzer û malbat bi rêk û pêk bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin'
Pervîn, bal kişand ser girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gebze li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da wiha bi dawî kir: "Em carek din li vir bang li Wezareta Dadê u hikûmetî dikin. Hûn dê heta kengî çavê xwe ji mirinê re bigirin. Hûn dê heta kengî di tecrîdê de israr bikin. Girtiyan bedena xwe danîne holê û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em carek din dibêjin tecrîdê rakin. Bila parêzer û malbat bi rêk û pêk bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Mafê Ocalan ê herî hiqûqî ye ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Em bang li Wezareta dadê dikin ku bi lez dawî li tecrîdê bînin."