32 kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 15:15 23 Adar 2019
  • Rojane
ÊLIH - 32 kesên di Newroza Êlihê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
3 jê zarok 32 kesên roja 21’ê Adarê di Newroza Êlihê de, bi hinceta dirûşme berzkirin, flamayan kes, sor û zer bi xwe ve kirin û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin, hatin binçavkirin. 32 kesên sewqî edliyê hatin kirin, piştî îfade dan, hatin berdan.