'Daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin'

  • 15:12 23 Adar 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH / ÎZMÎR - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed, Êlihê û Îzmîrê çalakiyên xwe yên şemiyê berdewam kirin. Xizmen windayan di çalakiyan de ji rayedaran xwestin daxwazên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê pêk bînin. 
 
Xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" Li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. 
 
'Bila daxwazên girtiyan pêk bê'
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 528’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan ji ber ku parqa Koşuyolu li wan hatiye qedexekirin li avahiya Şaxa îHD'ê ya Amedê pêk anîn. Xizmên windayan dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan, bal kişan ser çalakiya greva birçibûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Çalakiya ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 136 roj berê dest pê kir, piştî 1'ê Îlonê li hemû girtîgehan belav bûye. Em bang li rayedaran dikin ku daxwazên girtiyan bi lez pêk bînin." 
 
Çîroka Naîf Demîr vegotin
 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Hasan Yalçin jî çîroka Naîf Demîr ê di 6'ê Adara 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê leyker û serbazê Fermandariya Cendirmeyan a Çelê revandin û bi têlê fetisandin vegot. Hasan anî ziman ku malbata Naîf li Gundê Zavitê yê Çelê dijîn û wiha got: "Naîf Demîr wê demê bi Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Çelê Bedrettin Kutuk re bazirganiya çekan a herêma Federal a Kurdistanê dikin. Piştre para Naif Demir nadin. Demir piştî bi israr pereyê xwe dixwaze, Serbaz Bedrettin Kutuk, di 6'ê Adara 1995'an de li Qereqolê li gel Serbaz Metin Koç  bi têlê fetisandin û dawî li jiyana wî anîn. Piştre avêtin çemê Zapê yê 7-8 kilometre dûrî wê. " Yalçin, da zanîn ku hemû hewldanên malbata Demir bê encam ma. Çalakiya li ÎHD'ê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawi bû. 
 
Ji malbata Zulkuf re sersaxî xwest
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji ber kolana Gulistanê hatiye qedexekirin çalakiya xwe di hefteya 434'an de li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û Endamên OHD'ê tevli çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Deniz Rumeysa Kaya daxuyanî da û xwest daxwazên çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê pêk bê. Denîz ji malbata Zulkuf Gezen re sersaxî xwest. Denîz, piştre çîroka Ahmet Biçimlî yê di 20'ê Îlona 1994'an de li Farqînê hat windakirin xwend. Denîz, destnîşan kir ku Biçimli ji aliyê JÎTEM'ê ve rastî gefan hat û piştre hat windakirin û ji 1994'an ve agahî jê nayên girtin. 
 
'Edalet nayê bicihanîn'
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan di hefteya 471'emîn de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya TUHAYDER û gelek nûnêr saziyên civakî beşdarî çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin û rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da. 
 
Caner, diyar kir ku ji ber ku hikûmeta tuneye, pergala darazê jî tuneye û edalet nayê bi cih anîn. Caner, faîlên Hasan Ocak ê di 23’yê Adara 1995’an de li Avcilara Stenbolê hat binçavkirin û dûre hat qetilkirin pirsî û wiha axivî: “24 sal bi ser qetilkirina Hasan Ocak re derbas bû. Lê emê heta dawiyê şopdarî doza Ocak bin.” Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.