Emîne Ocak: Em windayên xwe dixwazin

  • 14:37 23 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 730’an de li aqûbeta Hasan Ocak pirsîn. Dayika Hasan Ocak  Emîne Ocak, diyar kir ku hemû kesên hatine windakirin zarokên wê ne û wiha got: “Yên hatine windakirin hemû zarokên min in. Em windayên xwe û Qada Galatasarayê dixwazin." 
 
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 730’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, carek din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî polisan Qada Galatasarayê dorpêç kir û destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li Qadê daxuyaniyî bidin, li kolana pêşiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya ku xizmên windayan û dayikên Şemiyê daxuyaniyê bidin polîsan dîsa kolana ÎHD'ê dorpêç kir. Dayikên Aştiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. 
 
Dayiken Şemiyê û xizmên windayan ên tişortên wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin, wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin û cenazeyê wî li goristana bêkesan hat ditin xwendin. 
 
Malbata Hasan Ocak xwest edalet pêk bê. Berken Ocak jî wêneyê xalê xwe Hasan Ocak rakir û bi qurnefilan tevli çalakiyê bû. Keça Fehmi Tosun ê di bin çavan de hat windakirin Besna Tosun daxuyanî da. Besna Tosun, diyar kir ku Hasan Ocak ê 30 salî bi nasnameya xwe ya sosyalist dihat naskirin û di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin. Tosun, anî ziman ku 2 kesan Hasan Ocak di bin çavan de dîtibûn û tevî hemû hewldanên malbatê encam nestendin.  Besna, destnîşan kir ku wekî kesê kujer nediyar li goristana bekesan defin kirin û wiha got: "Wezareta Karên Hundir Nahît Menteşe, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglu û Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzir bi nivîsek fermî îdîa kirin ku Hasan Ocak nehatiye binçavkirin û weki sucdar kes lê negeriya ye. Tevî hemû astengiyên maqamên fermî 58 roj şûnde li gora bêkesan hatibû defin kirin hat dîtin. Malbatê bi awayeki rastî îşkenceya giran hatiye li Goristana Bêkesan a Altinşehirê dît.  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bi sedema lêpirsînek baş nekiriye Tirkiye mahkum kir."  
 
‘Em bang li rayedaran dikin'
 
Besna, herî dawî, anî ziman ku dozgerî û wezareta dadê 24 salin hêj edalet pêk neaniye û bang li wezaret û dozger kir ku erka hiqûqî û edaletê pêk bînin. Tozun, bilêv kir ku heta encam nestînin dest ji lêgerîna windayan û daxwaza qada Galatasarayê bernadin."
 
Parêzera malbatê û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku 24  salin hiqûq pêk nehatiye û wiha got: “Em ê heta dawî dozê û têkoşina windayan bidomînin." Birayê Hasan Ocak  Alî Ocak jî diyar kir ku ew spasiyên xwe ji kesên 24 salin li tenişta malbatê cih digire re dikin." 
 
Dayika Hasan Ocak Emine Ocak jî anî ziman ku 24  sal in li edaletê digerin û wiha got: “Hemû kesên hatine windakirin zarokên min in. Em windayên xwe û qada Galatasarayê dixwazin. 
 
Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak jî got: “24 salin dewlet Hasan weki terorîst îlan dike. Yên li cem me radiwestin jî rastî lêpirsînê tên. Vê hikûmetê çi despît kiriye ku me wisa tawanbar dike. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.