Malbata Ayten Beçek ber bi Stenbolê ve bi rê ket
- 13:44 23 Adar 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Malbata ji bo cenazeya Ayten Beçet a ku li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî bigire ber bi Stenbolê ketin rê.
Malbata Ayten Beçet a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Gebzeyê de girtî bû li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî ji bo cenaze bigirin bi rê ketin. Ayten bi eslê xwe ji Sêrtê yê û malbat jî li Dîlokê dijî. Ayten 24 salî ye û 6 sal in di girtîgehê de bû. Bavê Ayten Sabrî Beçet, destnîşan kir ku cenaze li Dezgeha Tiba Edlî ya Yenîbosneyê ye. Malbat dê serê sibê bighîje Yenîbosnayê. Malbat dê cenazê bibin Dîlokê.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin komek parêzer çûn Girtîgeha Jinan a Girtî ya Gebzeyê. Berê nehiştin ku parêzer derbasî girtîgehê bibin lê piştre destûr dan. Li gorî agahiyên ku parêzer ji girtiyan girtin, Ayten îro saet di 05.00'an de çalakî pêk aniye. Her wiha rêveberiya girtîgehê nota ku Beçet li pey xwe hiştibû, neda.