Çepera herî dawî ya DAÎŞ'ê têk çû

  • 13:43 23 Adar 2019
  • Rojane
Ruhenda Amed
 
DÊRA ZORÊ - Dîmenên têkçûyina DAÎŞ'ê ku herî dawî Gundê Baxozê di destên wan de mabû û ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin, hovîtiya DAÎŞ'ê jî derdixe holê.  
 
Hemleya Bagera Cizîrê ya ku ji aliyê QSD'ê ve hatibû destpêkirin li Gundê Baxozê bi dawî bû. Li qadê xebatên paqijiyê yên QSD'ê didomin. QSD'ê ala xwe ya serfiraziyê li Baxozê çikand. Vê serê sibehê li Kampê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de serfiraziya ku li dijî DAÎŞ'ê hat bidestxistin diyarî hemû gelên li cîhanê hat kirin. 
 
Gelek wesayit wekî çeperan hatiye bikaranîn
 
Dîmenên yekemîn ên li kampê hatin kişandin. Dîmena ku herî zêde bal kişand hilweşandina Baxozê ye. Kevir li ser kevir nemaye. Li kampê gelek wesayitên DAÎŞ'ê yên bûne xurde hene. Her wiha gelek muhîmatên leşkerî yên DAÎŞ'ê jî hat bidestxistin. 
 
Tê dîtin ku çeteyan hemû alavên li malê derxistine kuçeyê û ji bo xwe wekî çeper bi kar anîne.