Zaroka Efrînê: Em dixwazin efrîn rizgar bibe
- 13:07 23 Adar 2019
- Rojane
Tûlîn Muhemed
ŞEHBA - Zaroka Efrînê Roşîn Husên a ku li Şehbayê bi cih bûye da zanîn ku wan gelek bêriya Efrînê kiriye û got:"Em dixwazin efrîn rizgar bibe."
Zaroka Efrînê Roşîn Husên a ku li Şehbayê bi cih bûye anî ziman ku ew dixwaze dîsa lîstikên xwe bi awayekî azad li Efrînê bilîze û got:"Em dixwazin dagirker ji Efrînê derkevin."
'Em bi hêvîne vegerin Efrînê'
Zaroka ji Efrînê Roşîn Husên wiha got:" Em ê kiriyar û komkujiyên Tirkiyê ji bîr nekin, em ê vegerin Efrînê rizgar bikin, çeteyan biqewirînin. Roşînê sawî li axaftin xwe anî û got:"Em weke zarok li gel hev kom dibin û rojên reş di berxwedana serdemê de bi bîr tînin. Dema hevalên me bi balafirên şer şehîd dibûn em pir xemgîn dibûn. Zarokên Efrînê rojên zarokatiya xwe nedîdîtin. Em bi hêvî ne ku vegerin Efrînê û bi hevalên xwe re jiyana xwe berdewam bikin."
'Em dixwazin efrîn rizgar bibe'
Roşînê herî dawî wiha got:"Em dixwazin efrîn rizgar bibe. Em dixwaze dîsa lîstikên xwe bi awayekî azad li Efrînê bilîze. Em dixwazin dagirker ji Efrînê derkevin."