'Dê li Stenbolê qêrîna berxwedanê bilind bikin'
- 12:31 23 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu û Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, bal kişandin ser Newroza Stenbolê û diyar kirin ku Newroz roja berxwedanê ye û gel dê bi hêzek mezin tevlî Newrozê bibin.
Sibehê di seat 12'an de li qada Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bi dirûşma "Em ê teqez ser bi kevin, tecrîdê bişkînin" Newroz dê, bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê bi lez û bez didomin. Bi minasebeta tevlîbûna Newrozê bang li gel, saziyên sivîl û raya giştî tê kirin. Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu û Hevseroka Giştî ya Partiya Damezrandina Nû ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce bang li gel kir.
'Newroz roja berxwedanê ye'
Kezban, Newroza gel pîroz kir û wiha got: "Newroz li dijî zilmê rojeke berxwedanê ye. Newroz îsal li Stenbolê bi coşêk mezin dê bê pîrozkirin." Kezban diyar kir ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçibûnê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "136 roj in Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'a Colêmergê Leyla Guven di greva birçibûnê de ye. Em slavên xwe ji Leyla û girtiyên siyasî yên ku greva birçibûnê didomin re dişînin. Divê em li qada Newrozê bibin dengê Leyla û girtiyên siyasî. Tecrîd ne tenê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, ser hemû gelan û kedkaran pêk tê. Bi minasebata Newrozê gel dê li Stenbolê helwesta xwe nîşan bide."
Dê bibin dengê greva birçibûnê
Canan jî di axatina xwe de ser girîngiya Newrozê axivî û wiha nerînên xwe anî ziman: "Newroz dê sibehê li Stenbolê bê pîrozkirin. Gel dê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê kom bibin. Li dijî faşîzmê bibin yek. Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn roja bilindkirina têkoşînê ye. Ji bo em bibin dengê berxwedêrên greva birçibûnê em ê li qadan bin."