Li Wanê dema binçavkirina 24 kesî hat dirêjkirin

  • 12:30 23 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Tevî endamên HDP, DBP, İHD, DTK û KESK'ê 24 kesên ku hatibûn binçakvirin û sedema binçavkirina wan hîn diyar nebûye û ev 4 rojin di bin çavan de bûn, dema binçavkirina wan hat dirêjkirin. 
 
Li Wanê di 20'ê Adarê serê sibehê de polîsan girtibûn ser malan û tevî  Tevî endamên HDP, DBP, İHD, DTK û KESK'ê 24 kes binçav kiribûn. 
 
Derbarê dosyaya 24 kesên ku hinceta binçavkirina wan diyar nebûye, biryara veşartinê hat dayin. 24 kesên ku li Şaxa TEMa Muduriyeta Emniyetê ya Wanê tên girtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin û tê payin ku roja duşemê îfadeyên wan bên girtin. 
 
Yên ku hatin binçavkirin navên wiha ne: Hatice Bariştiran, Gulay Yılmaz, Kaniye Şeker, Beritan Tayan, Hamdi Bayhan, Elif Yigit, Bazi Aslan, Çetin Uyar, Songul Taş, Mesut Erzengin, Ahmet Kaya, Hikmet Uzunyay, Delil Aksoy, Star Emek, Gursel Kamaç, Faysal Parlak, Cemil Duman, Kadir Toprak, Hakan Demir, Delil Aksoy, M.Ali Sonmez, Ramazan Duman, Fevzi Çelenk ve Azat Gundogan.