Ji ber rengên kesk, sor û zer hatin binçavkirin

  • 11:33 23 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Gelê Amedê bi tevlîbûna sed hezaran bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Polîsan piştî pîrozbahiyê 110 kes binçav kirin. Hat diyarkirin ku 110 kes ji ber poşiya rengê kesk, sor û zer hatine binçavkirin. 
 
Gelê Amedê bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser kevin, tecrîdê bişkînin" bi tevlîbûna sed hezaran Newroz pîroz kir. Piştî pîrozbahiya Newrozê, polîsan di vegerê de 110 welatî binçav kirin. 110 kesên hatin binçavkirin li Mûdûriyeta Polîsan a Amedê tên rawestandin. 
 
Li gorî agahiya hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin ji  ber poşiya rengê kesk, sor û zer hatine binçavkirin û piraniya kesên hatine binçavkirin jin in. Kesên poşiyên rengê kesk, sor û zer girtin û ketibûn qadê; di ketina qada Newrozê de ji ser dezgerên seyarfiroş poşî kirîbûn û derbasî qadê bûbûn.