Ala rizgariya Baxozê bilind kirin
- 11:29 23 Adar 2019
- Rojane
DÊRA-ZOR - QSD'ê piştî Baxoz ji DAIŞ'ê rizgar kir ala DAIŞ'ê daxist û alên xwe bilind kirin. QSD, YPJ û YPG'ê rizgarkirina Baxozê li hemû gelan pîroz kir.
QSD’ê di çarçoveya "Pêngava Bagera Cizîrê" ya Şerê Tinekirina Terorê de, Baxoz ji DAÎŞ’ê rizgar kir û dawî li serweriya DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê anî. QSD’ê ya di 21’ê Adarê de rizgarkirina Baxozê ragihand, dest bi xebatên lêgerîn û venêrînê ya dawî ya çeteyên DAÎŞ’ kiribû, îro bi merasîmekê ala serkeftinê li Baxozê hilda.
Bi tevlîbûna fermandarê pêngavê yê QSD’ê Çiya Firat, tevî gelek fermandarên QSD’ê, berdevk û şervanan bi merasîmekê ala QSD’ê li nuqteya dawî ya sînorê Sûriye û Iraqê hildan. Di merasîmê de yek ji fermandarê QSD’ê Çiya Firat şervan û gelê herêmê pîroz kir û got: “Îro li Baxozê herêma dawî ya di destê DAÎŞ’ê de me rizgar kir û bi vê re dawî li pêngava me dabû destpêkirin anî. Em vê serketinê li gelê Kurd, Ereb,Sûriyan û hemû gelên herêm û cîhanê pîroz dikin. Em didin diyarkirin ku me dawî li serweriya DAÎŞ’ê ya li ser bejahiyê anî û dawiya pêngava xwe radigihînin û saetên pêş wê daxuyaniyek berfireh wê ji aliyê fermandariya me ya giştî ve bê ragihandin.”
Operasyona li dijî Baxozê 9’ê Sibatê hatibû destpêkirin. Berî demekê Sûse ji aliyê QSD’ê ve hatibû rizgarkirin. Bi têkbirina DAÎŞ’ê ya li Baxozê re, serweriya çeteyan a li ser bejahiyê bi dawî bû. Çeteyên DAÎŞ’ê Hezîrana 2014’an hema bêje bê şer Mûsil hemû dagir kiribû û ‘xîlafeta’ xwe ragihandibû. DAÎŞ’ê ji Iraqê bigire heta Sûriyeyê qadek berfireh bi sûcên dij mirovahiyê dagir kiribû. Di vê dema dagirkeriyê de bi taybet 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê êrîş pêk anîbû û bi hezaran kes qetilkirin û bi hezaran jin û zarok revandibû. Şikestan dîrokî û yekem a DAÎŞ’ê li Kobanê pêk hatibû. Li gel serketina Kobanê her ku çû DAÎŞ şikest. DAÎŞ 21’ê Adarê Cejna Newrozê bi temamî hate têkbirin.