Dayika Sema Yuce çû serdana Leyla Guven
- 11:14 22 Adar 2019
- Rojane
AMED - Dayika Sema Yuce, Zennure Yuce çû serdana Leyla Guven. Zennure anî ziman dê encama vê çalakiyê mezin be.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştigiriya ji bo çalakiya Leyla Guven didome. Çalakiya nêzî 5 hezar girtiyî jî didome. Pirsgirêkên Leyla Guven ên tenduristiyê her ku diçe zêde dibe lê rayedarên dewletê hînî bêdeng in.
Dayika Sema Yuceya ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê de agir bi bedena xwe xist, Zennure Yuce çû serdana Leyla Guven. Leyla ji Zennure re got "Tu bi xêr hat dayê" û dema ku axivî zehmetî dikişand. Zennure jî got:"Ez bawer dikim tê bi ser bikeve. Ne ji te û ji bi hezaran ciwanên me yên wekî te difikiran ba dê ev çalakî ewqas mezin nebûya. Em ê tecrîdê bişkînin."
Piştî sohbetek kurt ji bo Leyla zêde neweste Zennûre ji hinda Leyla veqetiya.