Ji Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê seferberiya xebatan
- 09:09 23 Adar 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Endama Mecdlîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Sevîm Akdag diyar kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser hemû civakê pêk tê û bi taybet jî jin û ciwan zêdetir tecrîdê hîs dikin. Sevîmê bi lêv kir ku ew wek jinên ciwan wê li her qadê li dijî tecrîdê têbikoşin.
Çalakiya Greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 136’emîn de didome. Piştî Leylayê li girtîgehan jî grev berdewam dike. Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Sevîm Akdag diyar kir ku wê li dijî tecrîdê tora têkoşînê ava bikin.
Tecrîd li hember hemû gelan pêk tê
Sevîmê diyar kir ku di rojên borî de Konferansa Jinên Ciwan pêk anîne û got rojeva wan ya sereke a konferansê grev û tecrîd bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî demek dirêj em jinên ciwan yekem car hatin cem hev. Rojeva sereke tecrîd, grev bû û her wiha avakirina tora têkoşînê bû. Me grevên birçîbûnê nîqaş kirin. Tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê. Li ser hemû cîvakê pêk tê. Em ciwan vê zêdetir hîs dikin. Em jinên ciwan hewl didin ku vê tecrîda li ser xwe bişkînin û vala derxînin. Me der barê vê de nîqaş meşandin.”
‘Em ê tecrîdê parçe bikin’
Sevîmê daxuyakirin ku heta niha li her qadê wek Meclîsa Ciwanên HDP’ê li her derê tora rêxistinbûnê dane destpêkirin û ji ber di pêvajoya rêxistinê de sazbûnek xweser ava nekirine hewcedarî bi konferansê hatiye dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piranî jinên ciwan li her qadê xebat meşandin. Ji ber vê rêxistinekbûnek wisa ferz bû. Di encama perspektîfa derketiye holê de me biryara mezinkirina têkoşîna xwe da. Em ê armanc û badora tecrîdê bibînin. Em li her derê di bin tecrîdê de ne.”
Sevîmê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê wek jinên ciwan li her derê rêxistibûna xwe ya xweser ava bikin û bi rêxistibûnê tecrîdê bişkînin. Her wiha Sevîmê daxuyakirin ku wê atolyeyê parastina cewherî ava bikin.