Dayika Zerdeşt Oduncu: Xwînê vedirişe

  • 09:03 23 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Girtiyê bi navê Zerdeşt Oduncu di roja 93’emîn greva birçîbûnê de ye û hat hînbûn ku di hucreya yek kesî de tê girtin. Dayika wî Selma Oduncu wiha got: “Nava rojê nikare rabe ser piyan. Her tim bi emel dikeve.  Xwînê vedirişe.  Dema dikuxe xwîn ji devê wî tê.  Ez bi kurê xwe serbilind im. Ez her tim li gel wî me.”
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 135’emîn de didome. Bi hezaran girtiyên piştî Leylayê bi heman daxwazê ketin grevê jî çalakiya xwe berdewam dikin. Girtiyê bi navê Zerdeş Oduncu yê li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê dimîne, di roja 93’emîn de çalakiya xwe didomîne.  Zerdeşt di 19 saliya xwe de li navçeya Dêrik a Mêrdînê hat girtin. Ev 8 sale girtî ye û 174 sal ceza lê hatibû birîn.
 
Dayika wî Selma Oduncu da zanîn ku ew çûye hevdîtina vekirî ya Zerdeş û got rewşa kurê wê her diçe xirab dibe.
 
‘Em 174 carî parçe bûn’
 
Selmayê got di 2011’an de Zerdeşt dema li înşatê dixebitî di saetên sibehê de hatiye binçavkirin û  got dema hatiye girtin wan bawer nekiriye ku salekê jî girtî bimîne û wiha pê de çû: “Emniyetê bi sûcdariya bombeya deng avêtiye sûcdar kirin. Lê tu delîl tunebûn. Mirî tunebû, birîndar tunebû. Lê şahidê veşarî heye.  Bêyî sûc, bêyî guneh 174 sal ceza lê birîn. Em 174 carî parçe bûn. Ev 8 sale di girtîgehê de ye. Va 3 mehe jî di greva birçîbûnê de ye. 4 sale di hucreya yek kesî de dimîne.”
 
‘Du mehan îşkence lê kirin’
 
Selmayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku kurê wê li girtîgehê jî bi dehan carî rastî îşkence û pêkanînên nebaş hatiye û wiha got: “Di 2014’an de piştî çalakî pêk anî şûnde li Fakulteya Tipa Zanîngeha Trakyayê dihat dermankirin û li wir terkî mirinê hat kirin. Zerdeşt wê demê di katê bodrumê de di odeyek tije pêşû de hiştin.  Doktoran ew derman nekirin. Tenê birînên wî merhem kirin. Li girtîgehê şert û merc pir xirab in. 5 meh berê geriya.  Mehekê li me negeriya. Min got çima nagerî. Got ‘em li odeyan kamerayan naxwazin, ji ber vê îşkenceyê li me dikin.’ Ez çûm hevdîtina vekirî.  Rewşa Zerdeşt gelek xirab bû.  30 saniyeyî nikarîbû li ser piyan bisekine.  Xwînê vedirişe. Bi emel dikeve. Dema diquxe xwîn ji deva tê. Vîtamînan nadên.  Ava şekir, ava fêkiyan jî nadên.  Nava rojê ji nav nivînên xwe ranabe.”
 
‘Bila gelê Kurd rabe ser piyan’
 
Selmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku moralê Zerdeşt gelek baş bûye û wiha got: “Kurê min got ‘ez ê ji bo gelê Kurd têbikoşim. Ji bo Kurdistanê rihê min bila feda be. Ez ê doza xwe bimeşînim. Em li dijî zilmê ketin grevê. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin em ê têbikoşin. Bila Gelê Kurd rabe ser piyan.’ Bila ciwan li girtîgehan nemirin.’ Ez li hember çalakiya kurê xwe rêzdar im. Ez xwedî li têkoşîna wî derdikevim. Ji xwe li girtîgehê di hucreya yek kesî de dimîne. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê bi ser kevin.”