ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN

  • 09:00 23 Adar 2019
  • Rojev
*Têkildarî hawêrdekirina xurekên ji welatên şer li wan heye, Hevberdevka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan nirxandin kir. BI DÎMEN
 
*Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin, li girtîgehan berdewam dike. Zafer Saglam ê ku 88 roj in li girtîgeha Silîvriyê di greva birçîbûnê de ye rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe. Dayika Zafer Halîme Saglam  bang li hemû kesî kir ku deng bidin berxwedanê û got ku wê bêdengî bibe sedema mirinê ji ber wê divê di serî de dayik tu kes bêdeng nemîne û bibin dengê girtiyan." BI DÎMEN
 
*Femînîst aktîvîst Berrîn Sonmez diyar kir ku jin ji ber sekna bi biryar bi zanebûn hedef tên girtin û wiha got: “Yek ji sedemên zêdebûna êrîşan, nerehetiya li hember femînîstên misliman in. Tevgera jinan xwedî hêzek bi bandor e û ev jî mirovan dide tirsandin.”
 
*Endama Mecdlîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Sevîm Akdag diyar kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser hemû civakê pêk tê û bi taybet jî jin û ciwan zêdetir tecrîdê hîs dikin. Sevîmê bi lêv kir ku ew wek jinên ciwan wê li her qadê li dijî tecrîdê têbikoşin.
 BI DÎMEN
 
*Girtiyê bi navê Zerdeşt Oduncu di roja 93’emîn greva birçîbûnê de ye û hat hînbûn ku di hucreya yek kesî de tê girtin. Dayika wî Selma Oduncu wiha got: “Nava rojê nikare rabe ser piyan. Her tim bi emel dikeve.  Xwînê vedirişe.  Dema dikuxe xwîn ji devê wî tê.  Ez bi kurê xwe serbilind im. Ez her tim li gel wî me.” BI DÎMEN
 
*Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê, bi biryarek xwe ya nû re carek din hevdîtina parêzeran a bi Abdulllah Ocalan re 6 mehên din qedexe kir. Abdullah Ocalan ev 8 sale nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
 
*Li Amed a ku xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike, gel diyar kir ku wê agirê Newrozê bibin ser sindoqên hilbijartinê û wiha got: "Di vê hilbijartinê de serkeftin wê ya gel be. Bi barana nîsanê re wê qeyûm ji bajaran bê paqijkirin."BI DÎMEN