Ji Leyla Guven ji bo Ugur Şakar peyam: Divê gelê me li çalakiya Ugur xwedî derê
- 17:45 22 Adar 2019
- Rojane
AMED - Leyla Guven derbarê çalakiya Ugur Şakar ku di encamê de jiyana xwe ji dest da peyamek weşand û sersaxî ji malata wî re xwest.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven der barê Ugur Şakarê ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Almanya bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneya lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da peyamek weşand. Leyla di peyama xwe de sersaxî ji malbata Ugur re xwest û wiha got: "Divê niha gelê me yê ku li Ewropa dijîn xwedî li biranîna heval Ugur û heval Zulkuf derkevin, berxwedana hevalan bilind bikin.
Leyla di peyama xwe de wiha got: "Heval Ugur... Divê hûn bizanin ku dema hûn nemir dibin, parçeyek ji bedena min kêm dibe. Lê hûn bi wî kenê xwe yê ji bo jiyanê gelek tiştan vedibêjin. Dema ku me ji bo ev ken têk neçe li ber xwe dida, hevalê Ugur, ji bo ku balê bikişîne ser berxwedana dîrokî meşaleya yekemîn ji Ewropayê bi bedena xwe vêxist. Xwest ku bibêje ruhê berxwedêr yê Mazlûm Doganan hîna li zindî ye. Heval Ugur bi vê çalakiya xwe xwest ku bala welatên ku destê wan di vê komployê de heye jî hişyar bike.
'Divê gelên me yên li Ewropa berxwedana Ugur û zulkuf mezin bikin'
Hevrêyê min, divê ku ne em tenê bifikirin cîhan bifikire û ji xwe bipirse bê ka çima Gelê Kurd ji bo ku hebûna xwe îspat bike mecbûrî mirinê tê kirin... Di Newroza 2019'an de gelê me di pîrozbahiya Newrozê de nîşan da ku çiqas di kesayeta hevrê Zulkuf de xwedî li berxwedanê derdikeve. Niha jî divê gelên me yên li Ewropayê girêdana xwe ya bi berxwedana hevrê Zulkuf û Ugur re nîşan bide..."