Artêşa Iraqê nehişt Êzidiyên hatine rizgarkirin derbasî Şengalê bibin

  • 17:15 22 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek din a welatiyên Êzidî ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, xwestin derbasî Şengalê bibin, lê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astengkirin.
 
Di operasyona dawî ya ku şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin û duh bi dawî bûbû de, 17 welatiyên din ên Êzidî hatibûn rizgarkirin.
 
Welatiyên ku radestî Mala Êzidiyan a Rojava hatibûn kirin, ji bo ku derbasî Şengalê bên kirin, anîn ser sînorê Şengal-Rojava. Lê 17 welatiyên ku jinek birîndar jî di nava wan de hebû, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astengkirin û bi hinceta ku sînor girtî ye, destûra derbasbûna wan nehat dayîn.
 
Leşkerên Iraqê nehiştin jina birîndar a ku bi ambulansê anîbûn ser sînor jî derbasî Şengalê bê kirin. Leşkeran bi şertê ku jina birîndar ji ambulansê bê derxistin û bi meşê derbas bibe, destûr dan, lê vê carê welatiyan qebûl nekir.
 
Li ser astengkirinê, welatiyên ku hatibûn ser sînor vegeriyan Rojava.