'Em ê bibin dengê berxwedêran'

  • 16:09 22 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX -  HDP'yî û malbatên girtiyan der barê greva birçibûnê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku divê bêdengiya li hemberî greva birçibûnê bi dawî bibe, raya giştî bikeve nava hewldanê. 
 
Greva birçibûnê ya ku ji hêla girtiyên siyasî ve li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin didomin. Di 1'ê Adarê de jî bi hezaran girtiyên siyasî dest bi greva birçibûnê kiribûn. Girtiyên siyasî bi nameyên xwe aşkera kirin ku heta ku daxwazên wan bi cih neyên dê greva xwe bidomînin. Li Cizîra Şirnexê malbatên girtiyan û parlamenterên Partiya Demokrat a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan. Malbatên girtiyan wêneyên girtiyan hilgirtin. 
 
Li ser navê malbatan parlamenter Nuran Îmîr daxuyanî da û bal kişand ser kaosê û wiha got: "Kaos ji ber tecrîdê pêk hat. Bi kaosê dixwazin tarîtiyê bidomînin. Lê niha di girtigehan de berxwedanek heye. Li Şirnexê 21 girtî di greva birçibûnê de ne. Dibêjin li vî welatî hiqûq heye lê belê niha nahêlin malbat biçe serdana birêz Abdullah Ocalan."
 
Nuran, destnîşan kir ku berxwedan bi pêşengtiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pêk kir, niha jî gihaştiye bi milyonan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêdengiya AKP’ê mirovan dixe nav fikaran. Divê li hemû bajaran em bibin dengê berxwedêran. Li Îmraliyê tecrîdeke kûr tê meşandin. Li hemberî gelan jî tecrîd tê meşandin. Kurdistanî gelek bedel dan. Hevalên me yên ciwan li girtîgehan berxwe didin. Zulkuf Gezen jî li dijî tecrîdê çalakiya fedaî pêk anî. Em naxwazin agahiyên mirinê ji girtîgehan bigirin. Ji ber wê jî divê dawî li bêdengiyê bê her kesek bila bikeve nava hewldanekê. Em ê bibin dengê berxwedêran." 
 
Li ser navê xizmên girtiyan Ferîde Ender axivî û da zanîn ku divê demildest daxwazên girtiyan bê cih û hikûmet jî dawî li bêdengiya xwe bîne.