Rojnameger Nîna Ahmedî hat definkirin

  • 15:05 22 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî îro li Zentralfiredhof a Viyanayê li hev civiyan û ji bo Ehmedî merasîmek pêk anîn. 
 
Ji bo rojnameger Nîna Ahmedî ya ku li Avusturyayê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin  di 13'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da li Vîyanayê merasîma cenaze hat  lidarxistin. Hevserokê Meclîsên Civaka Demokratîk a Kurdên li Awûstûryayê Halîs Gezer li merasîmê axivî û got, "Daxwaza herî mezin a hevala Nîna azadiya Kurdistanê bû. Em li pêşberî wê careke din soz didin ku ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç jî diyar kir ku ji sala 1995'an ve ew Nîna nas dike û di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de kedeke wê ya mezin heye. Nilufer wiha got: "Em ê têkoşîna wê li Kurdistana azad teqez bi ser bixin."
 
Xebatkarên çapemeniya kurd Rêşad Sorgul û Necîbe Qeredaxî jî li merasîmê axivîn.