Pervîn Bûldan: Helbet ev dewran dê biguhere

  • 14:26 22 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan got AKP û çapemeniya wê ji milyonan kesên ku duh li Newrozê hatine cem hev tirsiyane. 
 
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan di çarçoweya xebatên hilbijartinê de li gel namzetên hevşaredariyê li navçeya Çinarê ya Amedê axivî. Serokê DDKD'ê Veysî Askar axivî û got, êş û kedera wan yek e, armanca wan aştî, azadî û yekîtî ye û ew ê şaredariyê bistînin. Serokê PDK-T'yê Mehmet Emîn Kardaş jî got: ''Bi kelecaniya  Newrozê ya duh em li vir in. 31'ê Adarê di hilbijartina xwecih de bi namzet û gelê xwe em ê bi ser bikevin.''
 
Pervîn di axaftina xwe de bal kişand ser tifaqa li Çinarê hatî dayin û wiha axivî: ''Li Çinarê me tifaqeke girîng daniye. Em bi vê serbilind in. Carê digotin, Kurd nikarin bibin yek, nikarin tifaqê çêkin, va me çêkir û Çinar mînaka vê ya herî mezin e. Hûn bi nêzîkatiya AKP'ê ya li HDP'ê, ya li partiya Kurdan, jinan, kedkaran dizanin. Tayyîb beg gotiye, ''31'ê Adarê em ê dem û dewranê biguherînin''. Em ê dewrana te biguherînin. Ev 17 sal in bi derew û talanê welat rê ve birin. Helbet, ev dewran wê biguhere.''
 
'Medyaya alîgir Newroza bi heybet nedît'
 
Pervîn, destnîşan kir di Newroza duh a Amedê de nêzî milyonek mirov li hev kom bûne û wiha got: "Ev ne tenê ya agirê Newrozê ye lê her wiha vîna bi milyonan e. Bi fermana Serokê AKP'ê Recep Tayyîp tu çapemeniya AKP'ê Newroz nedaye û domand, ''Duh li Wan, Amed, Mêrdîn, Izmîrê bi milyonan mirov hatin cem hev û gotin, ''azadî''. Daxwazên duh ên gelê me girîng bûn û peyam dane Enqerê. Daxwazên, em aştiyê, azadiyê, demokrasiyê, dadê dixwazin, tecrîdê naxwazin derketin pêş. Her kesî slav li Leyla Guven kir. Guven ev 135 roj in bedena xwe daye ber birçîbûnê. Çalakiya Leyla Guven pêl bi pêl belav bû. Mafê Ocalan heye ku weke  hemû girtiyan malbat û parêzerên xwe bibîne. Hûn zagonên xwe bi cih nayînin. Hûn sûc dikin.''
 
Pervîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "31'ê Adarê dema wê ye ku em ji AKP'ê hesab bipirsin. Av û agir radize lê AKP ranaze, ji bo vê jî divê em li sendoqên xwe xwedî derkevin û bi dengekî zêde bi ser bikevin. Em dersa herî mezin li Çinarê bidin wan. Bila fêhm bikin ku Kurd bûne yek.''
 
Herî dawî ji bo mîtînga 29'ê Adarê ya HDP'ê ya li Amedê bang hate kirin.