Jinên Efrînê: Em ê hemû rojên xwe bikin Newroz
- 13:28 22 Adar 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jinên Efrînê teqez kirin ku Agirê Newrozê sembola berxwedan û vejînê ye û ew jî di nav hemû şert û mercan de her tim wê agirê Newrozê gur bikin.
Bi dirûşma “Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin, Efrînê rizgar bikin” gelê Efrînê cara yekem piştî derketina ji Efrînê Newroza xwe bi rihê têkoşîn û berxwedanê pîroz kirin. Bi hezaran Efrînî herikîn qada gundê Aelewşê ya girêdayî navçeya Ehdas a li Kantona Şehbayê û agirê Newrozê pê xistin.
Di Şahiya Newrozê de gelek mesaj û peyamên gel û partiyan hatin xwendin. Her wiha bi rengê biharê hunermend û Komên Stran, govend û şano Newroz a 2019’an xemilandin.
Di nav coşa gel de me nêrînên jinan di derbarê Newrozê de girtin. Bi vê boneyê jinan teqes kirin ku agirê vejînê û azadiyê ya ku Kawayê Hesinkar pê xistiye wê, her tim pê bikeve.
Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Şervîn Rifet qala newroza îsal kir û wiha got: “Newroz a îsal em durî Efrînê pîroz dikin, lê mayîna me li Şehbayê tenê ji bo vegera Efrînê ye. Bi coş û moral bi rengê biharê li hemberê dijmin em Newroza xwe pîroz dikin.”
Her wiha hevseroka Maliyê ya Kantona Efrînê Fatimê Lekto di derbarî Newrozê de wiha axivî: “Cejna Newrozê cejna vejîn û azadiyê ye, wê ev cejin bibe roja rizgarkirina Efrînê. Ev yekemîn care ku em Newroza xwe li Şehbayê pîroz dikin.”
Fatimê Lekto wiha axaftina xwe berdewam kir û got:“Newroz a ku îsal ku gelê Efrînê li Şehbayê pîroz dikin, tê wateya israrkirina gel di jiyana azad û wekhevî û bi rûmet de. Em jî weke jinên Efrînê em ê hemû rojên xwe bi rihê Newrozê pîroz bikin û bi ser kevin.Em ê gelê Efrînê lawaz nekevin. Ji ber ku gelê kurd xeta azadiyê ji xwe re hilbijartiye ji bo vê jî wê her tim bi ser kevê.”
Seroka Desteya Jinê Zelox Reşîd behsa Newoz a îsal kir û wiha got:”Ev roj gelekî girîng e. Ji ber ku di vê rojê de Kawayê Hesinkar de li hemberê zilmê Agirê serkeftinê pê xist. Em jî weke gelê Efrînê careke din li Şehbayê li vir kom bûn û me Newroza xwe pîroz kir.”
Zeloxê diyar kir ku weke gelê Efrînê em ê bi rihê Newrozê tekoşîna xwe mezintir bikin û got:" Îro jî Dewleta Tirk nehîşt ku gelê Efrînê li ser axa xwe Newroza xwe pîroz bikin, lê em ê newroz a sala bê li Efrînê pîroz bikin. Di dema Rejîmê de em rastî gelek zor û zehmetiyê dihatin, lê disa me Newroz a xwe pîroz dikir. Lê di bin dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrînê em qet nikarin Newroz a xwe jî pîroz bikin.”
Zeloxê wiha dawî li axaftina xwe anî û got: “Di sala bê de em ê Cejna Newrozê, cejina serkeftin û rizgarkirina Efrînê pîroz bikin.”
Şahiya Newrozê bi komên stran, govend û şano berdewam kir û bi govendên Efrînê bi dawî bû.