'Heqîqeta civak û jinê di kesayeta Nûjiyan de şênber bû'

  • 12:45 22 Adar 2019
  • Rojane
Ronahî Nûda
 
QAMIŞLO - Di 3’emîn salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de hevala wê Jiyan Hêvî axivî û got:"Hevalên weke Nûjiyan hejayî hezkirinê ne. Ew her girêdayî doza xwe ne heta ku bigihêjin armanca xwe." 
 
Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li Bajarokê Xanesorê yê dema nûçe dişopand ji aliyê hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) hedef hat girtin û piştre jiyana xwe ji dest da. Ji ser şehadeta Nûjiyanê 2 sal derbas bû. Di 3'ê Adara 2017'an de ji serê xwe birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Hesekê di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan jî wekî Gurbeteliersoz, Ayfer Serçe, Deniz Firat li dû xwe mîrateyek mezin a rojnamegeriyê hişt. Di salvegera şehadeta Nûjiyanê de hevala wê Jiyan Hêvî got:"Nûjiyan miroveke di dilê xwe de bedew bû, bedewabûna wê dida ruyê wê. Cihê ku Nûjiyan li wê derê bûya civakbûyinê bi xwe re ava dikir. "
 
‘Naskirina min ya Nûjiyan  şanseke mezin bû’
 
Jiyanê bal kişand ser taybetmendiya Nûjiyan û wiha pêde çû: “Nûjiyan miroveke tijî hezkirin bû. Pir nirx dida hevalên xwe. Ji bo hevalên xwe her tişt dikir. Ji ber ku miroveke zindî bû. Ji bo têkoşîna azadiyê hemû xebatên xwe ji dil dikir. Karê ku dikir bi fêm kirin û zanistî tev digeriya. Armanca xebatê ji bo wê girîng bû. Dema ku karê ragihandinê dimeşand pêy rastiyê dimeşiya. Karên ragihandinê li gor rihê wê bû.  Ji bo ku xebateke baş derxe holê her tim hewl dida.” 
 
‘Vîna jin ji bo Nûjiyanê esas bû’
 
Jiyanê balkişand ser hezkirina Êzidiyan û wiha dewam kir: “ Êzidî zû bi zû her kesê qebûl nakin, lê belê  Êzidîyan ji  Nûjiyanê hez dikirin. Nujiyanê di derbarê Êzidiyan de gelek ked dida ji wan hez dikir. Weke helbestekê behsa Êzidiyan dikir. Bi tiştên mezin re mijûl dibû û digihaşt armanca xwe. Di ragihandinê de her tim nuçeyên jinê esas digirt. Jin ji bo ku di bin zilma desthilatdariyê derbikeve,  gelek kar û xebat dimeşand. Gelek jinên ciwan perwerde kir. Li hemberî zayendperestiyê têdikoşiya.”
 
Jiyanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şoreşa Kurdistanê de hêza ku hişt Şoreşa kurdan serbikeve jin bû. Ji bo azadiyê, girêdana jinan zêdetir e. Vîna azadiya jinan heye. Yek ji wan  jî Nûjiyan bû. Nûjiyan ji bo şoreş û azadiya jinê ragihîne, xebat dimeşand û dijminê jinan Nûjiyanê hedef girt. Dema ku pêşmergeyên PDK’ êrîşî Şengalê kirin Nûjiyan li Rojava bû, dema ku bihîst pêşmerge êrîş kirine bi lez û bez çû Şengalê ji bo  ku rastiyan nîşanî cîhanê bide.” 
 
‘Nûjiyan di pelên zêrîn de hat nivîsandin’
 
Jiyanê herî dawî wiha got:“ Hêvî û xeyalên şehîdên  rojnamevan yên jin, ji bo ku em pêk binîn, em ê her tim xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ez di şexsê Nûjiyan de tevahî şehîdên ku heqiqetê nîşanî me didin û xweşikbûyina jiyanê  îfade dikin bi bîr tînim. Em ê bi kar û xebatên xwe  ji bo ked û armanca wan bibin bersiv.”