Jinên ku 'çalakiya rawestandinê' kirin ev 3 roj in di bin çavan de ne
- 12:32 22 Adar 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê 14 jinên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê li Amedê çalakiya rawestandinê pêk anîn ev 3 rojin di bin çavan de ne.
Di 20'ê Adarê de li Kuçeya Hunerê ya Ofîsa Yenişehira Amedê 14 jinî ji bo balê bikşînin ser tercrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiya rawestandinê pêk anîn. Jinên ku ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin hatin derbkirin û piştre hatin binçavkirin.
14 jinên ku hatin binçavkirin ev 3 rojin li Muduriyeta Emniyetê ya Amedê di bin çavan de ne.