Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 12:21 22 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bi boneya hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê li gel Ocalan tên ragirtin jî bi rêya parêzeran serî li Serozgeriya Komarê ya Bursayê dan.