'Nûjiyan Erhan newekhevî û neheqî qebûl nedikir'

  • 12:15 22 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêhevala Rojnamegera Kurd Nûjiyan Erhan Zinarîn Diyar di salvegera şehadeta wê ya duyemîn de ji ajansa me re axivî. Zinarînê got:"Nûjiyan pêşeng û sembola jina azad û şopdara heqîqetê bû, soza şopandina xeta wê em nû dikin." 
 
Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li Bajarokê Xanesorê yê dema nûçe dişopand ji aliyê hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) hedef hat girtin û piştre jiyana xwe ji dest da. Ji ser şehadeta Nûjiyanê 2 sal derbas bû. Di 3'ê Adara 2017'an de ji serê xwe birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Hesekê di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan jî wekî Gurbeteliersoz, Ayfer Serçe, Deniz Firat li dû xwe mîrateyek mezin a rojnamegeriyê hişt. Di salvegera şehadeta Nûjiyanê de rêhevala wê Zinarîn Diyar behsa têkoşîn û berxwedana wê kir û got:"Nûjiyan Erhan newekhevî û neheqî qebûl nedikir."
 
'Nûjiyanê li dijî neheqiyan bêdeng nedima'
 
Zinarînê wiha behsa Nûjiyanê kir:" Nûjiyan dilnizm û her bi moral bû. Ew mirovek rast bû, her di jiyana xwe de têkoşer û birêxsitin bû. Ji xwe bawer û bi hêz bû. Çavkaniya xwe ji felsefeya jiyanê  ya rasteqîn digirt. Nûjiyan li Rihayê mezin bûye. Li wir li dijî zextên dewletê her li berxwe dida. Hem li dijî newekheviya jin û mêr hem jî li dijî zextên sîstemê li berxwe dida. Nûjiyanê li dijî neheqiyan bêdeng nedima. Wê her girîngî dida gotinên Rêber Apo yên derbarê jinê de. Li Şengalê Êzidî bi êrîşên DAÎŞ'ê rojên zehmet derbas kir û Nûjiyan di wan rojên zehmet de li ba Şengaliyan bû. Li êş û azarên çîrokên jinan guhdar dikir û dengê wan di  çapemeniyê de dida bihîstin. 
 
'Nûjiyan sembola têkoşînê ye'
 
Rêhevala Nûjiyan Zinarîn di dawiya de di şexsê Şehîd Nûjiyan de tevahî Şehîdên heqîqetê bibîr anîn û soza dewamiya xeta têkoşîna wan da û wiha got:"Nûjiyan li ku bîbûya li wir rastiya jinê diparast. Nûjiyan heta kêliya dawî di êrîşa ku PDK'ê li ser Şengalê pêk anî de bi pênûs û kamêreya xwe rastiya heyî dişopand û ji cîhanê re parve dikir, û di oxira rastiyê de şehîd bû. Nûjiyan ji bo me wê sembola jina azad û şopdara heqîqetê her bimînê. Nûjiyan sembola têkoşînê ye."