Ji wênesazên jin ên Îranî pêşangeh

  • 11:14 22 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - 7 wênesazên jin ên Îranî bi pêşangehê xwestin balê bikişînin ser cudakariya zayendî ya civakî. Wênesaz Farzaneh Bakhshî wiha got: "Min jina ku li gorî dilê xwe porê xwe berdaye xêz kir." 
 
7 jinên wênesaz ên Îranî, li pasaja Moda Galerî ya Stenbolê, "Pêşangeha wênesazên jin ên Îranî" vekirin û bi hezkiriyên xwe yên hunerê re hatin cem hev. Jinan pêşengeha, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de vekirin. Pêşengeha li Atolyeya Wênesaziyê ya Prof Dr. Hamîd Namdar hatiye vekirin, ji wêneyên 7 jinên wênesaz ên Îranî pêk tê. Jinên wênesazbêtir cih didin rewşa jiyana jinên Îranî û cudakariya zayendî. Pêşangeh dê heta 1'ê Nîsanê vekirî bimîne. 
 
Wêneyên di pêşangehê de dê piştre derxin firotinê. Ji jinên Îranî yên 2 sal berê li Tirkiye bi cih bûn, Farzaneh Bakhshi (48) der barê pêşangehê de agahî dan. Farzaneh, diyar kir ku berê jî li Tirkiye pêşangeha tekakesi vekir û wiha got: "Min li Îranê mamostetiya resîmê kir. Ji ber ku zarokên min li vir dibistanê dixwînin, ez hatim Stenbolê. Dîsa ji ber ku hunermend bêtir li vir xwe rehet hîs dikin hatim Stenbolê. Min li Îranê zêde nikarîbû xwe pêş bixim. Li vir derfet baştir in." 
 
'Mirov nikare azad bi afirîne'
 
Farzaneh, da zanîn ku hunermend dikarin li Îranê pêşangehan vekin, lê di bin sînor û sonsurê de dikarin pêşangehan vekin. Ev bêtir mirovan di milê afirandinê de paşve dixe. Mirov nikare azad li wir bi afirîne. Farzaneh, da zanîn ku di vê pêşengehê de 30 tablo hene, lê tenê du tablo yên wê ne û wiha got: "Gelek rol û berpirsiyariyê li ser jinê bar dikin. Min xwest bi xêzên xwe vê yekê bînim ziman. Di tabloya din de jî dema keça min li Îranê digeriya dixwest azad porê xwe veke û bigere. Digot 'Ez ê kengî porê xwe ber bi bayê berdim. Ev mînaka herî balkêş a daxwaza azadiyê ye. Min jina ku li gorî dilê xwe porê xwe berba dike xêz kir."