Peyama jinên Amedî: Wê ev bihar bibe bihara serkeftinê

  • 11:08 22 Adar 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinên li Amedê ku careke din şahidî ji dîrokê re kirin û li Qada Newrozê bi lîlandina xwe bûn dengê Leyla Guven gotin: "Hêz û coşa Newrozê wê xwe bigihîne sendoqên hilbijartinê. Bi berxwedana greva birçîbûnê em gelek nêzî biharê bûne. Em ê teqez bi ser kevin û teqez em ê tecrîdê bişkînin."
 
Di Newroza Amedê de bi sedhezaran kesên ku hatin gel hev, bûn dengê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 135 roje di grevê de ye. Di rûyê kesên ku agirê Newrozê bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişînin" de hêrsa li dijî tecrîdê hebû. 
 
'Divê em pêvajoyê baş bişopînin'
 
Esra Tahir, diyar kir ku li dijî hemû neyîniyan ew ê ji qadan dengê xwe bilind bikin. Esra anî ziman ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, bi taybetî divê Gelê Kurd vê pêvajoyê baş bişopîne û bang têkoşînê kir. Esra wiha berdewam kir: "Li dijî hemû cureyên tundiyê tijîkirina me ya qadan gelek bi wate ye.  Ji ber vê em li vir in. Min xwest ku bi zarok û hevjînê xwe re şahidiyê ji vê dema dîrokî re bikim.  
 
Coşa Newrozê wê xwe bigihîne sendoqan'
 
Leyla Çetîn jî anî ziman ku wê coşa Newrozê xwe bigihîne sendoqên hilbijartinê û got ku zilma li ser gelan tê kirin wê di 31'ê Adarê de bi dawî bibie.  Leyla bal kişand ser gireva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Guven de jî wiha berdewam kir: "Leyla Guven rûmeta me ye. Zulkuf Gezen rûmeta me ye. Bijî berxwedana zindanan, Bijî berxwedana zindana, Bijî Serok Apo û Bê serok jiyan nabe."
 
'Em nêzî biharê ne'
 
Zeynep Ozen anî ziman ku îktîdarê kurd ji xwe re kirine hedef û dixwaze wan ji ser axa wan bişîne. Zeyenep got ku qada Newrozê ji bo îktîdara bersîva herî girîng e û ev tişt got: "Em em nêzî biharê ne. Ez ji qada berxwedanê dixwazim silavên xwe ji berxwedêrên zindanê re bişînim.  Em ê teqez bi ser kevin û teqez em ê tecrîdê bişkînin."