Koma 33'yan a li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê dewir girt
- 10:48 22 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Ji 16'ê Kanuna 2018'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) çalakiyên gireva birçîbunê dest pê kiribû îro koma 33'an çalakî dewir girt.
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan Hevseroka KCD' ê û Perlamantera Colemêrgê Leyle Guven dest bi çalakiya gireva birçîbunê ya bêdem û dorneveger kiribû. Piştgiriyên ji bo çalakiya Leyla Guven didomin. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî, ji 16'ê Kanûna 2018'an dest bi çalakiyên gireva birçîbûnê kiribûn. Berî dewirgirtina çalakiyê ji bo cangoriyên azadiyê deqek rêz hat girtin û îro koma 33'yan çalakî dewir girtin. Li ser navê koma 32 Ahmed Ozer axivî û weha dest bi axaftinê kir. “ Di serî de ez Newroza 2019'an li Rêbertî gelê kurd hemu hevalên ku li çar parçên Kurdisatanê têkoşîn dikin pîroz dikim. Mebesta me ji vê çalakiyê ku ev tecirîda giran kirî ku li ser Rêberê me tê meşandin were rakirin ji ber hêzên dagerker dixwazin bi vê tecirîdê îradeya me têk bibe. Lê ew ê nikaribin îradeya me têk bibin. Nikarin me Rêbertî ji hev bide qutkirin lê bila vê yekê baş zanibin heya ku azadiya Rêbertî neyê mîsogerkirin wê ev çalakiyên me nerawestin. Bi rastî dema ku mirov meyze dike gelê kurd li hinberî faşîzimê bexwedaniyekî mezin dide meşandin û xwedî vinekî mezin in. Ji ber ev dijmin tu sînoran nas nake û para xwe ji exlaqê mirovatiyên ne girtiye. Ji bo em vê zilmê bi dawî bikin erka me ya sereke ye, têkoşîn. Em niha di pêvajoyek weha re derbas dibin kesên wek Leyla Guven, Nasir Yagiz û Fadîle Tok pêşengitiya vê berxwedanê dikin.”
Çalakvan Ahmed Ozer di dawiya axaftina xwe de wiha got:“ Ev berxwedana ku tê meşandin ji bo azadiya Rojhilata navîn e û her roja derbas bibe em ê vê tekoşînê xurt bikin û em serkeftinê dixwazin serkeftin a Gelê Kurd e.”
Çalakiya dewirgirtinê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.