'Berxwedana 8'ê Adarê bighinîn Newrozê'
- 09:44 22 Adar 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
STENBOL - Li Stenbolê Newroz dê di 24'ê Adarê de bê pîroz kirin. Saziyên sivîl û partiyên siyasî ji bo tevlîbûnê bang li gel kirin û gotin ku bi hêza 8'ê Adarê dê Newrozê pîroz bikin û li dijî faşizmê azadiyê bi ser xînin.
Li Stenbolê Newroz dê 24'ê Adarê roja yekşemê saet di 21'ê de li qada Pazarê ya Bakirkoyê bi dirûşma “Teqez em ê bi ser kevin, tecrîde bişkinîn" bê pîrozkirin. Her wiha amadekariyên Newroza Stenbolê didomin. Saziyên sivîl û partiyên siyasî di xebatên xwe de ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gel dikin.
'Deng bidin dengê berxwedêran'
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Rêxistina SYKP'ê Fatma Tugcu, diyar kir ku ji bo grevên birçibûnê Newroza îsal girîng e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li dijî faşîzmê berxwedana grevên birçibûnê her ku diçê zêdetir dibe. Em bi rûhê Kawayê Hesinkar agirê Newrozê pêxin. Bi agirê Newrozê em ê nîşan bidin ku gel dikarin di nav aştî û aramiyê de çawa dijîn. Li dijî tecrîdê û ji bo deng bidin grevên birçibûnê tevlîbûna gel a Newrozê girîng e."
'Jin dê tevli Newrozê bibin'
Ji Kollektîfa Kedê ya Jinan Yasemîn Yilmaz, ji bo aştî pêk bê divê tecrîd ji holê rabe û wiha got: "Em bang li hemû jinan dikin ku tevli pîrozbahiyên Newrozê bibin. Ji bo grevên birçibûnê bi dawî bibin divê gavên demildest bên avêtin. Wekî Leyla Guven dibêje jin tu carî dev ji berxwedan û baweriyê bernadin."
'Li dijî Tecrîdê Newroz'
Endama Meclîsa Jinên Sosyalîs Ezgî Bahçecî bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha axivî: "Li dijî tecrîdê Leyla Guven dest bi greva birçibûnê kir. Em ê wekî jinên sosyalîst berxwedana grevên birçibûnê li pêş bixin. Di 24'ê Adarê de li qada Newrozê em ê bibin dengê Leyla Guven û girtiyên siyasî."
'Li dijî zordariyê agirê Newrozê pêxin'
Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan Denîz Çokgul, destnîşan kir ku çawa duh Kawayê Hesinkar li dijî zordariyê agirê Newrozê pêxist, îro jî Leyla Guven, Zulkuf Gezen heman agir pêxistin û riya civakê ronî dikin. Denîz wiha bang li jinan kir: "Em Newroza gelan pîroz dikin, Jin çawa di 8'ê Adarê de li qadan bûn dê 24'ê Adarê jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê dakevin qadan."
‘Kesên aştiyê diparêzin dê bi ser kevin"
Hevseroka Giştî ya Malagel Nurî Gunay jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dizanin ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gel dikarin di nav aramî û aştiyê de bijîn. Em bi vê sedemê têdikoşin. Daxwazên aştî û azadiyê yên Gelê Kurd û gelên herêmê bi şer nayên tune kirin. Ne kesên ku şer diparêzin wê kesên ku atiyê diparêzin bi ser kevin."