Sabriye Kulter: Rewşa girtiyên di grevê de giran dibe
- 09:02 22 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Hevjîna girtiyê bi navê Musa Kulter ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiye û di greva birçîbûnê de ye, Sabriye Kulter diyar kir ku rewşa girtiyên di grevê de her diçe gran dibe û got divê malbat û gelê Kurd demildest tiştekî bikin û hîna ku rewşa wan pir giran nebûye divê tiştek bê kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîdê hatin destpêkirin didomin. Li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî girtiyên di grevê de, çalakiya xwe didomînin û hat hînbûn ku rewşa girtiyan her diçe giran dibe.
‘Moralê wan baş e’
Koma yekem ji 15’ê Çile heta niha di grevê de ye û tê de 3 girtiyên jin jî hene 20 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne. Hevjîna girtiyê bi navê Musa Kulter, Sabriye Kulter diyar kir ku di hevdîtina dawî de girtiyê bi navê Onder Poyraz ê 2 mehe di grevê de, 5 caran vereşiyaye û rewşa wî qet ne baş e. Sabriyeyê wiha got: “Girtiyan pir kîlo dane. Moralê wan baş e. Rewşa tenduristiya wan ne baş e. Rewşa girtiyên di grevê de qet ne baş e. Lê moralê wan gelek baş e.”
‘Rêveberî me tehdîd dike’
Sabriyeyê destnîşan kir ku xebatkarên girtîgehê malbatên diçin hevdîtinê bi gotina ‘Ev hevdîtina we ya dawî ye’ tehdîd dikin û got: “Dibêjin ji ber grevê wê hevdîtin bên qedexekirin. Di her hevdîtinê de vê ji malbatan re dibêjin. Girtî diyar dikin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê greva xwe bidomînin.
Sabriyeyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê ji bo girtiyên rewşa wan xirab bûye divê demildest hemû kes bikevin nav tevgerê.