‘Sedema întîxarên jinan a herî mezin zexta civakî ye’
- 09:01 22 Adar 2019
- Rojane
WAN - Civaknas Şengul Marti diyar kir ku sedema întîxarên jinan a herî mezin zextên civakî ne û wiha got: “Li jinan întîxar tê ferzkirin. An jî weke ku întîxar kirine nîşan didin. Navê vê cînayet e, ne tiştekî din e.”
Di sala 2018’an de ji aliyê mêran ve 440 jin hatin kuştin, 317 jin bi şîdetê rû bi rû ma. Sala borî ji 440 jinî 131 heb bi awayekî guman derbasî qeydan bûn û kujerên wan nehatin dîtin. Di bin navê întîxarê de jî cînayetên jinan zêde bûn û gelek jin jî întîxarê li wa hatin ferzkirin.
Civaknas Şengul Marti destnîşan kir ku di întîxarên jinan de bandorên derûnî û civakî li pêş in û wiha pê de çû: “Jin her tim bi îradeya xurt û xweşikirinê heyî bûye. Jin parçeyek jiyanê ye. Jin xurt in. Jîr in. Şervan in. Têkoşer in. Lê mixabin gelek caran ji ber zextên civakê tê asta ku dawî li jiyana xwe bînin.”
‘Întîxarê ferz dikin’
Şengulê bi lêv kir ku di van şert û mercên ne baş de di têkoşîna ku tê dayîn de her tim heman berxwedan nikare bê nîşandan û got: “ Întîxarên jinan ji ber zextên civakî pêk tên. Bi taybet jî ji ber têgeha ‘namûsê’ întîxar pêk tên. Li jinan întîxar tê ferzkirin. Lê weke ku întîxar kirine nîşan didin. Navê vê cînayet e. Tiştekî din nîne. Ji ber di encama îradeya azad a jinan de pêk nayê. Jinên rastî tecawizê tên nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Neçar dimînin bêdeng bimînin. Ev jî ji ber zextên civakê ye.”
‘Di navbera 15-24’an de pêk tê’
Şengulê destnîşan kir ku di encama lêkolînên hatine kirin de ji sedî 50’ê întîxaran ji jinên nezewicandî pêk tê û ji sedî 31 jî ji jinên zewicandî pêk tê. Şengulê daxuyakirin ku întîxarên jinan bi taybet di navbera temên 15-24’an de tên jiyîn.