ROJEVA 22'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 22 Adar 2019
  • Rojev
*Civaknas Şengul Marti diyar kir ku sedema întîxarên jinan a herî mezin zextên civakî ne û wiha got: “Li jinan întîxar tê ferzkirin. An jî weke ku întîxar kirine nîşan didin. Navê vê cînayet e, ne tiştekî din e.”
 
*Li Gundê   navçeya Başanê Hemama dîrokî ya ku bi salane hebûna xwe parastiye terikî qedera xwe hatiye  kirin. BI DÎMEN
 
*Hevjîna girtiyê bi navê Musa Kulter ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiye û di greva birçîbûnê de ye, Sabriye Kulter diyar kir ku rewşa girtiyên di grevê de her diçe gran dibe û got divê malbat û gelê Kurd demildest tiştekî bikin û hîna ku rewşa wan pir giran nebûye divê tiştek bê kirin.BI DÎMEN
 
*Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan têkîldarî pêvajoyê nirxandin kir. Muazezê diyar kir ku girankirina tecrîdê Tirkiyeyê ber bi aloziyeke kur ve dibe. BI DÎMEN
 
*Li Stenbolê Newroz dê 24'ê Adarê bê pîroz kirin. Saziyên sivîl û partiyên siyasî ji bo tevlîbûnê bang li gel kirin û gotin ku bi hêza 8'ê Adarê dê Newroz pîroz bikin û li dijî faşizmê azadiyê bi ser bixin. BI DÎMEN