Gelê Efrînê: Em ê têkoşîna xwe bi agirê Newrozê mezintir bikin
- 18:04 21 Adar 2019
- Rojane
ŞEHBA - Gelê Efrînê û Şehbayê di newroza îsal de peyama bilinkirina tekoşînê û hilweşandin û têkbirina faşîzmê û mîsogerkirina azadiya Abdullah Ocalan dan.
Şahiya Newrozê ya Şehbayê piştî axaftina Ilham Ehmed peyamên pîrozbahiyê ji bo newrozê hatin xwendin ya kongra star newroza 2019' an li tevahî gelê azadî xwaz û gelê Efrînê yê berxwedêr pîroz kirin û gotin wê newroza 2019'an wê bibe newroza azadiya Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê.
Piştî peyaman her du bira Welat û Xelîl stranên li ser Efrînê pêşkêş kirin, piştre bi navê meclîsa kantona Efrînê Muhemed Ebdo daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.
Daxuyanî weha ye:
Em roja Newrozê vejînê, roja berxwedanê, roja derketina tîrîjên azadiyê li berbenga gelên Rohilata Navîn, li dayîkên şehîdan, li şervanên çeperan,li gelê xwe, li Rêber Apo û girtiyên zindanan û hemû gelê azadîxwaz û li Efrîna şehîdan pîroz dikin.
Weke ku em dizanin û weke ku qedera kurdan e ku guhartina herikandina dîrokê her tim li ser kurdan pêk tê, ku çawa di dîroka 612 an B.Z de kurdan mirovahî ji Dehaqê herî hov rizgar kir, îro carek din dîrok xwe dubare dike, keç û xortên kurdan li derdora mirovahiyê xwe kirine mertalên zindî û mirovahiyê ji terora DAÎŞ'ê paqiş dike.
Ev agirê Newrozê ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê serdemê Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rewşanan û Ronahiyan heya berxwedana zindanan bi pêşengtiya Leyle Guven û Zulkuf Gezen roj bi roj textê dagirkeriyê, textê faşîzmê dihêjîne, dişewtîne û gelê Mezopotamyayê ji kêliyên azadiyê ve nêz dike.
Ev agirê newrozê, agirê berxwedanê roj bi roj li Efrîna şehîdan, Efrîna berxwedêr û çav zeytûnî mezin dibe, geştir dibe û wê di demek nêz de textê faşîzmê hilweşîne, têk bibe û ala azadiyê, serfiraziyê bilind bike û mizgîniya azadiyê bide pekrewanan, zarokên agir û rojê.
Ev e soza gelê me li Şehbayê ku li ser şopa wan pekrewanan têkoşîna xwe bilind û geştir bike. Li dawiyê em dibejin ku civaka rêxistinkirî misogeriya rizgarkirina Efrîn û hemû axa Kurdistanê ji dagirkeriyê ye.Li ser navê meclîsa kantona Şehbayê Redwan Rifaî cejina newrozê li gelê Efrînê pîroz kir, her weha peyama hemû partiyên siyasî ên Efrînê ji aliyê Şêrîn Qaso ve hat xwendin di nav de berxwedana ku ji rihê berxwedana Newrozê hatiye li tevahî berxwedêrên grava birçîbûnê pîroz kirin, diyar kirin ku dijmin xwest ku vê heyve bike heyva komkujiyan û qirkirinê weke Enfal Helebçe û Efrîn, lê ev yek bi serneket ji ber gel serî netewand û ev meh kir meha serkeftin û azadiyê”
Şahiya Newrozê bi stran û govendên komên bi navên” Botan ji Qamişlo, koma Çiyayê Hewarê ya govendê, koma Agirî ya stranan, koma Awazên YPG ji Kobanê, yekîtiya hunermedan ya guvenda Efrîniyan, koma kevna şopî ya guvendê, hunermend Ebdilezîz, koma kampa Serdemê, hunermed Ayhan Gorsê” berdewam kir.
Şahiya Newrozê bi govendên gelê Efrîn û Şehbayê bi dawî bû.