Li Êlihê Newroz bi coş hat pîrozkirin
- 18:01 21 Adar 2019
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Parlamenter Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku divê teqez tecrîd bê şikandi û îro qada Newrozê vî tiştî nîşan da.
Li Êlihê Newroz bi tevlêbûna deh hezaran û bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi deh hezaran gelê Êlihê yên daketin qada Newrozê tişortên ku wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Nasir Yagiz yên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne li xwe kirin û tev li Newrozê bibûn. Pîrozbahiya Newroza ku ji aliyê KCD, HDP, DBP û TJA'yê ve hat amadekirin li qada Newrozê bi coşek mezin û bi pêxistina agir dest pê kiribû. Li qada Newrozê alên HDP'ê û rengên kesk, sor û zer hatin rakirin. Girseya ku ket qadê tevî hemû lêgerîn û astengiyan dirûşmeyên girêdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tînin ziman berz kirin. Jinên Koçer û welatiyên Êlihê bi cilên neteweyî û herêmî qada Newrozê xemilandin.
Li dika Newrozê jî pankarta mezin a "Em ê Teqez bî ser kevîn, newroz pîroz be!" hat vekirin. Her wiha dema li qadê pankarta “Hûn faşîs bin, em jî Zulkufin" hat vekirin dirûşm û tililî bilind bû. Piştre sînevîzyona Leyla Guven hat nîşandan. Dîsa posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qadê hat derxistin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Şukran Sîncar axivî Newroz pîroz kir û diyar kir ku: "Divê daxwazên berxwedêrên grevên birçibûnê bên qebûlkirin. Êdî em naxwazin kesek jiyana xwe ji dest bide." Piştî axaftina Şukran xizmên girtiyan tişortên ku kesên di grevê de ne li xwe kirin û derketin ser dikê.
Parlamentera HDP'a Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku dê teqez tecrîd bişke û wiha got: "Qada Newrozê vî tiştî nîşan dide. Bi rûh û agirê Newrozê berxwedan bidome û bilindtir bibe." Piştî axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û stranên xwe vegotin.