Li Cizîrê govenda ku di qadê hilnehat

  • 17:59 21 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi hezaran kesên ku li Newroza Cizîrê hatin gel hev di qadê hilnehatin û li ber agirê Newrozê govend gerandin. 
 
Li Navçeya Cizîrê ya bi tevlibûna sedhezaran Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li Taxa Konakê hat kirin de pankarta bi nivîsa "Leyla bijî, bila tecrîd bişkê"  hat daliqandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo"  û "Bijî DHP" hatin berzkirin. Di pîrozbahiya ku ji 7 salî heta 70 salî kes tevli bûn de rengên kesk, sor û zer qad xemilandin.
 
Beriya destpêkirina pîrozbahiyê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel hatin bibîranîn ê ku di dema ‘qedexeyên derketina derve de’ rejîma AKP’ê ew qetil kiribûn.
 
Di têketina qadê de polîsan nehiştin kesên ku cilên neteweyî li xwe kirine, têkevin qadê. Piştî hevdîtinan gel bi cilên neteweyî ketin qadê.
 
Parlementerê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz ê ku li sirgunê ye, peyamek ji gelê Cizîrê re şand û cejna wan a Newrozê pîroz kir.
 
Parlementerê HDP’ê yê berê Ferhat Encu yê ku di girtîgehê de ye, wî jî peyameke Newrozê şand.
 
Namzetên hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû û Mehmet Zirig derketin ser dikê û gel silav kirin Kûtlû got ku “Yên ku êrîşî ziman û çanda gelan dikin, ew ê tu carî bi ser nekevin.”
 
Namzetê hevşaredariyê Mehmet Zirig jî axivî û got ku, “Cizîr û berxwedan yek e. Li Cizîrê bi sedan Kawa rabûn. Cizîrê berdêleke mezin da lê ew ê dawiya vê berdêlê serkeftin be. Cizîr wê di 31’ê Adarê de bersiveke xurt bide vê zilmê.”
 
Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî got  “Cizîr bi berxwedana xwe ya salan bû rûmeta gelê Kurdistanê. Em ji vê derê silavên xwe ji Îmrali û girtîgehan re dişînin. Îro hevalên me di greva birçîbûnê de ne û tecrîdeke giran heye. Newroza îsal bû ya Zulkuf Gezen. Em sozê didin malbata Gezen û ya hemû berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne, em ê vê faşîzmê hilweşînin.”
 
Piştî axaftinan pîrozbahiyê li gel stranên hunermend Hozan Hediye û Şiyar Berwarî bi govendê berdewam kir.