Newroza Herêma Cizîrê bi gerandina govenda serkeftinê bi dawî bû

  • 17:54 21 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şahiyên Newrozên li herêma Cizîrê bi coş, moral û gerandina govendê bi dawî bû.
 
Şahiyên Newrozên li herêma Cizîrê bi coş, moral û gerandina govendê bi dawî bû.
 
Qamişlo
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo tevlî şahiya Newrozê li gundê Hîmo bûn û newroz pîroz kirin. 
 
Şahiya pîrozbahiya Newrozê ku ji seatên sibehê li bajarê Qamişlo li gundê Hîmo dest pê kiribû, bi tevlîbûna tevahî netewên li herêmê. Piştî axaftina Koordinasyona Kongreya Star Foza Yûsif, dîlan û stranên gelêrî ji aliyê komên ku beşdarî pîrozbahiyê  bûn pêşkêş kirin.
 
Paşê bi navê saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asiya axivî, Bêrîtan Newroz li tevahî gelê bakur û rojhelatê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku Newroza îsal bi têk birina DAIŞ'ê geş bû. Her wiha Suryanan  peyama pîrozbahiyê ji bo Newrozê dan, di peyamê Newroz li tevahî gelan û şervanan hat pîrozkirin.
 
Şahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Girkêlegê
 
Şahiya pîrozbahiya şêniyên navçeya Girkêlegê li gundê Hilêq bi stranên gelêrî ên netewan bi dawî bû.
 
Bi hezaran gelê navçeya Girkêlegê a herêma Cizîrê bi cil û bergên kurdî berê xwe dan qada Newrozê li gundê Hilêq û Newroz pîroz kirir.
 
Piştî axavtinan, koma "serhildan",koma "şehîd Sabir", koma "Alanya", koma "Berfa Çiya" ya zarokan stran gotin. Her wiha koma' Hêvî' şano pêşkêş kir. 
 
Di berdewamiya Şahiyê de koma 'Koçerat' guvendek ji çanda rewen a koçerî pêşkêş kir. Herî dawî jî koma netewên ereb ji Tilkoçerê stran got.
 
Şahî bi stran û govendên gelan bi dawî bû.
 
Til Temir 
 
Bi hezaran gelê bajarê Til Temir ku îro ji serê sibehê de berê xwe dan Sed kirêma ji bo pîrozkirina Newrozê ,niha jî bi dîlan û stranên şoreşgerî ji koma Çand û Huner a bajêr bi dawî dibe.
 
Serêkaniyê
 
Newroza bajarê Serêkaniyê bi axavtina Endama Rêvberiya Kongreya Star Muna Yûsif dom kir. Muna diyar kir ku şagirtên Kawayê Hesin kar çawa Kobanê rizgar kirin dê Efrînê jî ji dagirkeriyê rizgar bike. 
 
Di berdewama Şahiya Newroza Serêkaniyê Endama Rêvberiya Kongira Star Muna Yûsif Newroza 2019'an pîroz kir û got: Em pir kêfxweş in bi cejna Newrozê, lê em birîna Efrînê jî ji bîr nakin , em bawer in ku Şagirtên Kawayê Hesinkar çawa Kobanê rizgar kirin dê Efrînê jî rizgar bikin."
 
'Bi rihê berxwedanê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin'
 
Munayê di dewama axaftina xwede wiha got: “Newroza 2019’an Newroza serkeftin û rizgarkirina Rojava –Bakûrê Sûriyê ji Çeteyên DAIŞ’ê ye.Bi rihê berxwedana zindanan em ê Efrînê rizgar bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin. Em xwedî projeya demokrasiyê ne, ji bo wê jî gef li ser me tên meşandin, bila her kes bizanibe heger gef li ser me bên em ê jî xwe biparêzin û li berxwe bidin" 
 
'Newroz serkeftina heqîqêtê ye'
 
Muna axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Newroz serkeftina heqîqetê ye li hember neheqiyê ye, di heman demê de em ber bi qonaxek nû diçin, ji bo ku em bi ser bikevin pêwist e em bi hev re zehmetiyan derbas bikin û dagirkeriyê têk bibin ".
 
Bi hezaran gelên bajarê Serêkaniyê û Zurgan di serê sibehê de berê xwe dabûn gundê Eyîn Hisan Newroza xwe pîroz kirin û niha jî şahiya Newrozê bi pêşkêşkirina dîlan û şanoya bi navê ‘çaranûsa min ‘ bi dawî bû. 
 
Dirbêsiyê 
 
Bi boneya 21'ê Adara 2019’an de gelê Dirbêsiyê berê xwe dabûn gundê Kirbetilî û pîrozbahiya Newroza xwe kirin. Niha jî pîrozbahiya Newrozê bi gerandina dîlanan bi dawî dibe.