Li Mêrdînê deh hezaran Newroz pîroz kir : Bi têkoşînê em ê tecrîdê bişkînin

  • 17:42 21 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeyên Nisêbîn û Midyatê yên Merdîne bi tevlîbûna deh hezaran kesî bi dirûşma "Teqez emê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" bi coşek mezin Newroz hat pîrozkirin. 
 
Piştî qedexeya derketina derve a li Nisêbînê bi 3 salan cara yekê li navenda nisêbînê bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" Neworz bi girseyî û bi coş hat pîrozkirin.  L Midyatê jî bi tevlibûna sedan kesî li gel dirûşmên "Zulkuf Gezen Bêmirin e" û "Leyla Rûmeta me ye" Newroz hat pîrozkirin.
 
Li navçeya Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve ya derve cara yekê li Qada Cigerxwîn Newroz hat pîroz kirin. Gel di saetên serê sibehê yên zû de berê xwe da qadê. Jinan bi kincên xwe yên herêmî, kesk spr û zer  tevlî pîrozbahiyê bûn reng dan qadê. Herwiha jinên ku li gel pitikên di hembêzên xwe de li gel dorpêça polîsan tevli pîrozbahiyê bûn bala her kesî kişandin ser xwe.  Girse bi dirûşmên   "Bijî Berxwedana Zindanan", "Zulkuf Gezen Nemir e", "Şehîd Namirin", "Leyla Guven îradeya me ye", "Bijî Serok Apo" û "Ya Me Ye" bariyerên polsîan derbas kirin û ketin qadê.  Di saetên pêş de girse her ku çû mezin bû. 
 
'Em ê tecrîdê bişkînin'
 
Di destpêkê de Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Nisêbînê mafê axaftinê Semîre Nêrgîz û Ferhat Kut girtin. Namzetan, Newroza gel pîroz kir û wiha gotin: "Di 31'ê Adarê de bi dengên xwe sindoqan biteqînin."
 
Piştî axaftinên ku hatin kirin Koma Dengê Amara bi stranên xwe coşa gel zêde kir û gel li ber stranan govend gerand.  Piştre peyama Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar ku 21 roj e di grevê de ye hat xwendin. Peyama Alî Sîncar ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat xwendin. Alî, di peyama xwe de Newroza hemû gelan pîroz kir û ev tişt got : "Dê têkoşîna we vê têcridê bişkîne. 31’ê Adarê hilbijartinên heremî de dê têkoşîn bi serkeve. Em ê bi têkoşînê bi ser kevin.”
 
‘Ev der Kurdîstan e’
 
Di berdewamiyê de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û newroza  1992’an bi bîr xisxt û wiha got: " Di Newroza 1992'yan de ya Newroza Nisêbînê 16 welatiyên ku hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim: “Wan bawer kirin ku van taxan ji me re dê teng bikin. Lê belê em her sal zêde bûn û dakedin qadan. Em ê dakevin jî. Em bi rihê Newroza 1992’yan li qadan e. Em ê bi rihê Newrozê biçin 31’ê Adarê hilbijartinên heremî.” Pero, gotina Serokomar Recep Tayîp Erdogan a “Kurdistan tune ye. Kesên ku dixwazin bila biçin Iraqê” bi bîr xist û wiha got: “Ev der Kurdistan e û axa me ye. Em li vir in. Em li vir dijîn û li vir jî em ê bijîn. Em ê di 31’ê Adarê de vê nîşanî Erdogan û Bahçelî bidin. Di 31’ê Adarê de Erdogan û Bahçelî ji vir dê biçin. Em ê vê bi hêzek mezin nÎşan bidin.” Axaftina Pero tim bi dirûşman hat birîn û piştgirî hat dayîn. 
 
‘Em ê bi rihê evîndariyê derbas bikin’
 
 Piştî Pero, Namzetê HDP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Ahmet, di serî de gel slav kir û bi lêv kir ku Newroz bûye dîroka têkoşîna Gelê Kurd. Ahmet, diyar kir ku li dijî zilmê agirê Newrozê îro hîn jî li qadan tê pêxistin û wiha pêl da axaftina xwe: “Kawa îro li vir in. Kawa bi agirê Newrozê li dijî zilmê têkoşîna xwe didomînin. Em heskiriyên azadiyê ne. Em heskiriyên pêşerojê ne. Em ê vê heta dawiyê jî bibin. Îro ji bo rakirina tecrîdê û ji bo demokrasiyê Leyla Guven bedena xwe daye ber birçîbûnê. Têkoşîn tu carî ji bo me hêsan nebû. Lê belê em ê bi we û bi rihê evîndariyê hemû astengiyan derbas bikin.”
 
Ahmet, di dirêjiya axaftina xwe de got ku pêwîst e ew di 31’ê Adarê de bi serkevin û wiha pê de çû: “Em ê li dijî fenên we jî bên. Em ê di 31’ê Adarê de li dijî fenên AKP û MHP’ê bên.” Ahmet, gotina Seyît Riza ya “Me bi fehnên we re dernexist serî . Lê belê em ê li ber we jî serî natewînin” bi bîr anî û wiha anî ziman: “Em ê îro jî wan hîleyên we vala derxin.”
 
Piştî axaftina Ahmet Tirk, bername bi stranên hûnermendan berdewam kir.
 
Mîdyat
 
Li Mîdyatê jî bi hezaran kesî li qada Otogarê hatin gel hev. Welatiyên erep, tirk, kurd û suryanî tevlî mitîngê bûn. Girseya ku li qadê hat  gel hev Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ji bîr nekir. Bername bi stranan berdewam kir û girse di saetên serê sibehê de her ku çû zêdetir bû. Bi zêdebûna girseyê piştre agirê Newrozê hat pêxistin.
 
Li vir jî di serî de Namzetên HDP’ê yên Şaredariya Mîdyatê Havva Bakirci û Osman Demîrcî axivîn. Namzetan gel vexwend ku bi rihê seferberiyê xwedî li sindoqan derbikevin. Piştre Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag axivî. Fîgen, anî ziman ku dê xwe û welatê xwe bi xwe rêve bibin û wiha domand: “Zivistan diqede payîz tê. Ji vê rojê şûnde em ê li malan bigerin.”
 
‘31’ê Adarê ji bo me gelek girîng e’
 
Piştre Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk axivî. Tuma, bi zimanê kurdî, tirkî, suryani û erebi gel slav kir. Tuma jî anî ziman ku li dijî zilmê gelek zêde rê derbas kirine û ev tişt anî ziman: “Em wek HDP'ê  li her deverê hewl didin ku têkoşînê belav bikin. 31’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Mîdyat xwedî cihekî girîng e. Mîdyat wateya jiyanê ye. Em ê wan ji vir bişînin.”
 
Piştî axaftinan girse govend gerand. Bi govendgerandinê pîrozbahî bi dawî bûn.