Şahiya Newrozê ya Kobanê bi coşek mezin bi dawî bû

  • 17:18 21 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Mitînga Newroza gelê Herêma Firatê ku li girê Miştenûrê hatibû destpêkirin bi peyanên gelek girîng bi dawî bû.
 
Newroza ku bi dirûşmeya ‘Em ê bi rihê Newrozê berxwedanê Bilind bikin tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin’ bi tevlîbûna bi deh hezaran şêniyên herêma Firatê li girê Miştenûrê hat li darxistin.
 
Di domandina bernameya Newrozê de, Hevserokê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd El-hmad El-Mihbaş axivî û got :"Em vê roja Dîrokî li tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Ev roj ji bo hemû gelan pira yekîtiyê ye. Newroz roja ku hemû gel bi pêşengiya Kurdan ji tarîtiyê û zordariyê rizgar bûne, weke ku îro li Dêrezorê bi hêza gelê Kurd DAIŞ têk diçe."
 
Li ser navê Kongreya Star Zehra Berkel wiha got:"Bi navê jinên herêma Firatê em Newrozê li tevahî jinên şoreşger û Rêber Apo pîroz dikin. Weke jin em vê rojê bi rihê berxwedana Leyla Guven û Efrînê pîroz dikin. Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin, tecrîdê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn."
 
Li ser navê Yekîniyên Parstina Gel û Jin (YPG-YPJ) wiha hat gotin:"21’ê Newrozê roja azadî û buhara gelan e, bi vê yekê jî heta vê rojê gel bi berxwedaniyeke mezin vê rojê bi bîr tînin. Careke din bi pêşengiya Kawayê hemdem careke din li hember Dehaqê hemdem berxwedaniyên mezin çê bûn. Dîrok careke din xwe di kesayeta şervanên ku li djiî DAIŞ’ê şer dikin dubare dike. Newroz ji bo gelekî na, ji bo hemû gelên herêmê rojeke nû ye û rojeke azadiyê ye. Loma jî roj bi roj gavên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dibin. Em jî weke hêzên YPG-YPJ em ê gelê xwe biparêzin û hemû gefan têk bibin."
 
Deybî Bûkçên keça feylosev Moray Bûkçên ên Emrîkî jî cihê xwe di Newrozê de girt  û di derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev yek got:"Ji bo me xemgîniyeke mezine ku rêya rast Rêber Apo hatiye dîlgirtin. Rêber Apo dikarîbû ku civakeke azad ava bike û ji bo jinan jî jiyaneke baştir biafirîne. Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Apo Leyla Guven ketiya greva birçîbûnê, loma divê em hemû jî di kesayeta Leyla de şer bikin, têkoşîn bikin û tecrîdê bişkînin. Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku ez îro ez bi gelê Kurd re roja wan ya zayînê parve dikim. Dema ku ez vegerim Amerîkayê ez ê qala vê yekê bikim." 
 
Her wiha li ser navê 19 partiyên Siyasî ên Rojavayê Kurdistanê Ehmed Xoce wiha axivî:"Di Newroza vê salê de aloziya Sûriyê 8 sal li pey xwe hişt, lê heta niha jî tu nîşaneyên çareseriyê xuya nakin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya YPJ/YPG û QSD li hember rêxstina herî hov di cîhanê de biserktin û pergala xwe ya demokratîk ava kirin. Em jî weke partiyên siyasî dibêjin divê hemû tevgerên siyasî xwedî li vê pergalê derkevin û ji bo pêşeroja Sûriyê xwedî rol bin."
 
Her wiha Helbestvan Hemê Kobanê, Koma Avaşîn ya govendê a Kevana Zêrîn, Helbestvan Silava Ararat, Koma Çiyayê Hawarê ya Helebê, hunermendên ji Minbicê Mustefa Omer, koma Yekta ya şanoyê, helbestvan Birîndar Kobanê, koma govendê ya Sînan helbest û stranên xwe xwe pêşkêş kirin.
 
Newroz bi gerandina govendê  bi dawî bû.