Wan bû şahidê Newroza dîrokî

  • 16:58 21 Adar 2019
  • Rojane
 
WAN - Keleha Wanê heta niha yekem car dibe şahidê Newrozek wisa girseyî û dîrokî. Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, peyam şand û xwest gelê Wanê li dijî zilma Dehaqan bibin xelek û li ber xwe bidin.
 
Gelê Wanê bi dirûşma  "Teqez em ê bi ser kevin" li tenişta Keleha Wanê pîrozbahiya Newrozê pêk anî. Piştî qad tijî bû, pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û pêxistina agir dest pê kir. Agirê Newrozê Dayikên Aştiyê pêxist. Piştî rêzgirtine û pêxistina Agir Rêveberên HDP û DBP'ê derketin ser dikê û gel silav kirin.
 
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Aynur Tarhan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê û wiha got: "Newroz Leyla ye. Em dê tecrîda Îmraliyê bi vê coş û berxwedana Newrozê bişkînin. Em dê silavên Gelê Wanê ji Leyla Guven û çalakgerên zindanan re bişînin." 
 
'Rûhê Newroza 2013'an'
 
Piştre Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede gel silav kir û wiha got: "Coş û tevlîbûna Newroza îsal dişibe Newroza 2013'an. Wê salê li Amedê peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Hemû gel li benda vê peyamê bûn. lê Pişti Serokomar protokola Dolmabahçe tune hesiband dîsa welat ket nava rojên tarî. Beden hatin tazîkirin û li kolanan mirov hatin kuştin. Bi rojan cenaze li erdê man û qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Vî gelî zilma nehatiye dîtin dît. Ev rûhê îro dişibe rûhê Newroza 2013'an. 
 
Peyama Bekîr Kaya
 
Pişti axaftina Umit Dede Dayikên Aştiyê Agirê Newrozê geş kir. Dema dayikan agir pêxist, bi sed hezaran bê navber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan na be", "Bijî Serok Apo" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Piştî dayikan agirê Newrozê pêxist hunermend Yunus Agirî derket ser dikê û konser da. Piştre jî peyama Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya hat xwendin. Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, peyam şand û xwest gelê Wanê li dijî zilma Dehaqan bibin xelek û li ber xwe bidin. Kaya, anî ziman ku gelê Wanê dê li dijî qeyûma ku vin û mafê wan desteser dikin di 31'ê Adarê de bersîvek xurt bidin û ji dil û can bawer dike ku gelê Wanê dê bi berpirsiyariya dîrokî biçe ser sindoqan û 14 şaredariyan tevahî ji destê qeyûman rizgar bike."